Heyder Şeşo: Hinek alî ji 2006an ve behsa 'netewebûna Êzidiyan' dikin

19-06-2024
Heyder Şeşo: Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Heyder Şeşo: Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şingal Kurdên Êzidî Heyder Şeşo Qaymeqamiya Şingalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Hêza Parastinê ya Êzidxanê Heyder Şeşo diyar kir ku hinek alî ji bo berjewendiyên xwe sala ji 2006an ve behsa netewebûna Êzidiyan dikin.

Heyder Şeşo li ser peymana Şingalê, rewşa penaberên Şingalê û hewlên komkirina îmzeyan ên li Parlamentoya Îraqê yên li ser Êzidiyan ji nûçegihana Rûdawê Edla Bekirê re axivî.

“Em dixwazin xelk vegere Şingalê”

Heyder Şeşo di destpêka axaftina xwe de behsa penaberên Şingalê kir û wiha got:

"Sedeme sereke ya ku xelk venagere Şingalê hinek problemên siyasî ne.

Xelkê ku penaber bûye careke din venagere Şingalê lewre zerer li wan bûye. Malên wan wêran bûne. Eger vegerin jî ji bo wan gelekî zehmet e.

Em dixwazin piştî 10 salan ew pirsgirêk were çareserkirin û careke din xelk vegere ser mal û warên xwe.

Rewşa aniha heyî ne baş e em hêvî dikin ew peymana hatibû çêkirin were bicihanîn û xelkê me vegere.”

“Hêzên li Şingalê girêdayî hikûmeta Îraqê ne”

Heyder Şeşo behsa hebûna hêzên leşkerî yên li Şingalê jî kir û wiha got:

“Hikûmeta merkezî ya Îraqê aniha Şingalê bi rê ve dibe. Hinek hêzên din jî hene ku hikûmetê bi rê ve dibin, wekî Heşdî Şabî û hêzên din. Ew teref û aliyên Hikûmeta Îraqê ne.

Ti cudahî di navbera wan hêzên li Şingalê de nîne. Ew hemû hêzên li Şingalê girêdayî hikûmeta merkezî ya Îraqê ne."

Hêzên Parastina Êzidxanê û Fermandariya Şingalê jî girêdayî Wezareta Pêşmergeyan in.

Hêzên wekî YBŞ û YJŞyê jî hene û pêwendiyên wan jî bi hikûmeta Îraqê re hene û ew hêz jî nêzîkî PKKyê ne.

“Peyman were bicihkirin dê xelk vegere”

Li gorî gotina Heyder Şeşo, sedemên bicihneanîna Rêkeftina Şingalê jî siyasî ne û hikûmeta Îraqê ji bo bicanîna xalên peymanê ti gav neavêtine.

Heyder Şeşo behsa girîngiya bicihanîna xalên peymana Şingalê jî kir û wiha berdewam kir:

Li gorî xalên peymanê, bajarê me û herêma me dê werin avakirin û dê xelkê me yê penaber vegere.

Li gorî peymanê dê hêzên ewlehiyê yên xwecihî li bajêr bihatana bicihkirin. Em hêvî dikin ku di dema herî zû de ew peyman were bicihkirin.”

6ê Hezîranê li Parlamentoya Îraqê 182 parlamenteran îmze dan hev da ku Kurdên Êzidî ji Kurdan bên cihêkirin û wekî neteweyeke cuda bên qebûlkirin.

“Dixwazin Êzidiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînîn”

Heyder Şeşo li ser hewlên parlamentoya Îraqê jî wiha got:

“Hinek aliyên Îraqî û hin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwazin ji ser Êzidiyan hin berjewendiyên xwe û ajandayên xwe bi cih bikin.

Hin alî ji bo berjwendiyên xwe Êzidiyan bi kar tînin. Ji sala 2006an ve em dibînin aliyên siyasî ji ser Êzidiyan li dû berjewendiyên xwe ne.

Her kes azad e xwe çawa hîs bike û ji xwe re çi bêje. Pir kêm Êzidî bi wan kesan re ne.

Ew kesên behsa 'neteweya Êzidiyan' dikin li ser erdê ti xizmetê ji Êzidiyan re nakin û bi tenê propagandayê dikin. “

“Divê qaymeqam were hilbijartin”

Heyder Şeşo li ser hilbijartina qaymeqamiya Şingalê jî wiha got:

“Nebûna qaymeqamiya Şingalê zerereke mezin daye xelkê deverê û bajarê Şingalê.

Di warê xizmetguzariyê de di warê budce û mûçeyan de zerer li xelkê bûye.

Em hêvî dikin li gorî dengê xelkê Şingalê di berjewendiya Şingalê de qaymeqamek were danîn.

Ji bo xelk vegere Şingalê û bajar were avakirin divê qaymeqam û îdareya Şingalê dest bi kar bike.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst