Gelek geştyaran ji bajarên Tirkiyeyê berê xwe daye Amedê

19-06-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Gelek geştyaran ji bajarên Tirkiyeyê berê xwe daye Amedê / Wêne: Rûdaw
Gelek geştyaran ji bajarên Tirkiyeyê berê xwe daye Amedê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Geştyar Cejna Qurbanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di Cejna Qurbanê de hejmara geştyarên ku çûne Amedê li gorî Cejna Remezanê kêmtir bûye.

Sedema vê yekê jî germa zêde ye. Pileyên germe li bajêr gihiştin 40î.

Lê digel vê yekê jî hejmara geştyarên ku ji bajarên Tirkan çûne Amedê gelekî zêde ne.

Her qefleyek ku tê pêşî berê xwe dide Mizgefta Mezin a dîrokî. Ev mizgefta dîrokî niha yek ji sembola herî xweşik a Amedê ye.

Piraniya geştyaran ji bajarên Tirkiyeyê ne. Ji Tekirdagê heta Trabzonê, ji Mêrsînê heta Îzmîrê keç û xort, navsere û ciwan berê hatine bedewiya Amedê bibînin.

“Ez bûm heyrana vê derê”

Geştiyar Pinar Çinarê got:

“Ez cara yekemîn e têm. Ez bûm heyrana vê derê. Gelekî xweş e.

 Ez avahiyên ku em tê de dijîn û yên dîrokî didim ber hev, ez dibinim ka yên kevin çiqas baştir û şirîntir in.”

Geştiyar Buşra Yildizê jî got:

“Ez pêşniyar dikim ku hemû kes bêne Amedê û van deran bibînin. Ez bi hevalên xwe re ji Mêrsînê hatim. Pir xweş e.”

Xelkê Amedê gelekî baş e”

Geştyara bi navê Nîsa Oygunê jî got, “Gelekî xweş e. Sedî sed divê herkes bê û vî bajarî bibîne. Xelkê Amedê gelekî baş e. Camêr in.”

Geştyar Recep Bal jî got, “Em ji Stenbolê ji Çekmekoyê hatine. Evder pir xweş e. Me nû dest pê kir lê pir xweş xuya dike.”

Geştyar Ahmet Akin diyar kir ki wekî dîrok bi taybetî jî Sûr, Mizgefta Mezin û Pira Dehderî bêhempa ne.

Dema mirov Cejna Remezanê û ya Qurbanê dide ber hev, hejmara geştyarên ku hatine Amedê di vê cejnê de gelekî daketiye.

Li gorî rêberên geştyaran û berpirsên kompaniyên geşt û gûzariyê sedema bingehîn a kêmbûna geştiyaran di vê cejnê de zêdebûna pileyên germa havînê ye.

Germa havînê gihişt 40 pileyî

Germa havînê li Amedê gihiştiye 40 pileyî. Ev yek wisa dike ku geştiyar ji Amedê zêdetir qesta bajarên deryayê bikin.

Rêberê Kompaniya Geşt û Gûzariyê Abdulkadir Boztogan jî got:

“Ti kes xwe li vê derê biyanî nabîne. Gelê Amedê jî gelekî dilgerm e, mêvanperwer e.

Ji ber vê yekê herçî kesê ku têne vê derê jî bi gelekî kêfxweşî serdana xwe temam dikin û vedigerin mala xwe.”

Li gorî berpirsên kompaniyên geşt û gûzariyê, di demsalên havînê de ne tenê hejmara geştyarên ku diçin Amedê yên ku diçin Mêrdîn û Rihayê jî kêm dibin.

Bihar û payîzê ji ber hewaya hênik geştyariya li van hersê bajaran zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst