Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Berzanî Qaley Xeluz re xwest

19-06-2024
RÛDAW
Nîşan Berzanî Qaley Xeluz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Hunermend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, sersaxî ji malbata hunermend Berzanî Qaley Xeluz û hunermend û rewşenbîrên Herêma Kurdistanê re xwest.

Hunermend û şanoger Berzanî Qaley Xeluz doh li Silêmaniyê wefat kiribû.

Nêçîrvan Barzanî li ser mirina Berzanî Qaley Xeluz peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Mixabin, min nûçeya xemgîn a wefata merhûm Berzanî Qaley Xeluzê hunermendê Kurdistanê bihîst.

Sersaxiyê li malbat û heval û hevkarên rehmetî û hemû hunermendan û hunerdostan dikim"

Doh êvarî hunermend Berzanî Qaley Xeluz li Silêmaniyê wefat kiribû.

Navê fermî yê hunermend Berzan Qadir e û sala 1961an li Taxa Kanî Askaniyê ya Silêmaniyê ji dayik bûbû.

Berzanî Qaley Xeluz sala 1979an tevlî Pêşmergeyan bûye û di çend fîlm û bernameyên hunerî de cih girtiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst