Li Amedê agir: Zeviya genim û makîneya dirûnê şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi erdê genim ket û di encamê de 50 donim genim û makîneya dirûnê şewitîn.

Li gundê Kormişeviranê yê Çinarê îro ji ber sedemeke nediyar agir bi erdê genim ket ku makîneya dirûnê jî di nav de bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîman û welatiyan ve hat vemirandin.

Di encamê de 50 donim genim û makîneya dirûnê şewitîn.