Tevgera DAIŞê zêde bûye: Li Dêrezorê çi diqewime?

19-06-2024
Nîşan DAIŞ Dêrezor HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞ hewl dide li Dêrezorê rewşa heyî têk bide û demên dawiyê li Dêrezorê bi dehan şervan û sivîl kuştine.  

DAIŞ demên dawiyê hewl dide li rojhilatê Dêrezorê û başûrê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe bigihîne hev û aramiya heyî têk bibe.

Şaneyên DAIŞê li bajarokên Ebû Hemam, Xeranîc, Ebû Herdûb û Cirdiyê bi berdewamî êrişî şervanên  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayîşa Rêveberiya Xweser dikin.

Di van êrişan de zêdeyî 10 şervan, berpirsên Asayîşê û karmendên karûbarên lojîstîk ên Rêveberiya Xweser canê xwe ji dest daye.

HSDyê hinek DAIŞî girtine ku beşdarî gelek êrişan bûne.

Li gorî mikurhatinên wan, wan bi awayekî bêserûber şervan, karmend, sivîl, bazirgan, tankerên petrolê û barhilgir kirine hedef.

DAIŞiyê bi navê Ellawî el-Xelef ê ku li bajarokê Cirdiyê yê Dêrezorê hatiye girtin li gelek sûcên xwe mikûr hat.

Herwiha DAIŞiyê bi navê Mihemd Mûsa el-Esker jî li Cirdiyê hatiye girtin.

Mihemd Mûsa el-Esker got ku ew sala 2021ê tev li DAIŞê bûye û beşdarî gelek êrişên DAIŞê bûye.

Vîdeoyên lixwemikurhatinê yên van DAIŞiyan hatin belavkirin û tê dîtin ku ew hema bêserûber êrişan pêk tînin da ku li herêmê ewlehî û aramiyê nehêlin.

HSD û Asayîşê îsal meha nîsanê li Hesekê dest bi operasyonekê kiribû û 40 DAIŞî tev li gelek amûrên leşkerî girtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst