COLEMÊRG - Çîroka du birayên bêkes û feqîr: 4 birayên wan ji ber sorikê mirine

19-06-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Seyid û Temer Tekîn \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Seyid û Temer Tekîn \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Colemêrg Rûbarok Şerwêna Bira Tenêtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî Rubaroka Colemêrgê birayên kal hene. Yek ji wan 90 salî yê din jî 64 salî ye, her du jî nezewicî ne û bi tikîtenê ne û 4 birayên wan dema hîn zarok in ji ber sorikê mirine. 

Tenêtî û barê zêde ji wan re nedibû pirsgirêk lê aniha tenêtî zorê li wan dike û bi zehmetî debara jiyana xwe dikin.

Seyîd û Temer li gundê Şerwênayê yê Rubarokê dijîn.

Dema behsa sedema tenêmayina xwe dikin, dibêjin ew 7 bira bûne û xwişkên wan jî nebûne ku ji xwe re bikin berdêlî û bi hev biguherin.

Rewşa wan a aborî derfeta dayîna next û qelen nedaye wan û ew nezewicîne.

Birayê mezin Seyîd Tekîn eşkere dike ku nanê wan nebû ku ew bixwin dê çawa bi kîjan pereyî bizewiciyana?

Nûçegîhanê Rûdawê Şewket Herkî bû mêvanê mala wan û çîroka wan a balkêş tomar kir.

“Ti kesî keça xwe neda min”

Seyîd 90 salî ye û êdî di axaftinê de jî zehmetiyê dibînê çîroka wan a balkêş ew e ku her du bira di jiyana xwe de qet nezewîcîne û niha jî bê zar û zêç bi tena serê xwe mane. 

Seyîd Tekîn behsa jiyana xwe ya ya berê kir û wiha got:

“Min her karek dikir, min şivanî dikir, min gavanî dikir ez diçûm birîna çilo, ti kesî keça xwe neda min.

Feqîrî bû, jin nedane min û ji xwişkên min nebûn ez berdelê bikim."

Temer jî 64 salî ye li gorî gotina wî sedema nezewîcîna wan her birayan meseleya berdêlê ango pêvguherîna jinan bûye.

Ti kesî nexwastiyê keça xwe bide wan.

Temer hîn jî li ser pêyan e û eger kesek hebe aniha jî ew dixwaze bizewice.

“Ez dixwazim bizewicim”

Temer Tekîn behsa şîretên dayîk û bavê xwe yên li ser zewacê jî kir û wiha got:

"Bavê min digot, me xanî hebe bifiroşe, zevî hebe bifiroşe her çi hebe bifiroşin.

Ez ciwan bûm min guhê xwe nedida wan. Babê min jî dayîka min jî digot em namînin û tu dê poşman bibî.

Aniha jî derfet çêbibe ez dê jinê bînim lê feqîrî gelekî zehmet e ji bo ciwanan jî zehmet e.

Gelek zêr û mal û milk dixwazin hêza min têra wan tiştan nake. Her kes an çêlekek an jî bizineke wî heye ev gelekî zehmet e."

4 birayên wan ji ber sorikê mirine

5 birayên din ên Temer û Seyîdî hebûne, 4 ji wan ji ber sorikê hîn di zaroktiya xwe de mirine û tenê birayekî wan jin aniye.

Seyîd bi alikariya biraziyekî xwe jiyana xwe didomîne. 

Temer jî bi tena serê xwe ye, li nava xaniyekî xirab hewla jiyanê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst