Li Bedlîsê qeza: Şaredarê AK Partiyê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê bajarokê Gazoxê yê navçeya Elcewaza Bedlîsê, di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest da.

Otomobîla ku Şaredarê Gazoxê yê AK Partiyê Tacettîn Karamercan tê de bû û otomobîleke din li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê li hev qelibîn.

Di qezaya trafîkê de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Tacettîn Karamercan li Nexweşxameya Onkolojiyê ya Elcewazê tevî hewlên bijîşkan canê xwe ji dest da.