Li Dîlok û Rihayê zarokek û ciwanek xeniqîn

19-06-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Riha Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dîlok û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê zarokek û ciwanek ji bo hênik bibin ketin avê lê xeniqîn.

Li gundê Gesemekê yê  navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê zarokê 14 salî Muhammed Hînkî yê welatiyê Sûriyeyê ku bi malbata xwe re çûbû nav bexçeyê bîberan ji bo xwe hênik û avjeniyê bike ket Gola Guneşê.

Piştî demekê Muhammed Hînkî ji ber çavan winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, hawarçûnê û cendime çûn cihê bûyerê.

Tîman zarok ji avê derxist û piştî midaxeleya destpêkê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Îslahiyeyê.

Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan Muhammed Hînkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, li navçeya Hewengê ya Rihayê jî ciwanê 22 salî Salih Kaçan ji bo avjeniyê ket Bendava Ataturkê  lê piştî demekê bin av bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên binavger û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de piştî demjimêrekê termê Salih Kaçan ji golê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê ji bo otopsiyê termê Kaçan veguhast Nexweşxneya Dewletê ya Hewengê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst