13 rêxistinên sivîl êrîşa li dijî Sînan Aygul şermezar kirin

19-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tetwan Sînan Aygul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên sivîl ên Tetwan a Bedlîs a Bakurê Kurdistanê êrîşa li dijî rojnamevan Sînan Aygul ê ku ji aliyê pasevanên şaredarê Tetwanê ve hat kirin şermezar kirin.

Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul roja Şemiyê li navçeya Tetwanê ya Bedlîs a Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîs Engîn Kaplan û bokser Yucel Baysali yên pasevanên Şaredarê Tetwanê Emîn Geylanî ve rastî êrîşê hat.

Nûnerên 13 rêxistinên sivîl û rêxistinên pîşeyî yên Tetwanê û her wiha hejmarek rojnamevan ji bo piştevaniya Sînan Aygul li ber Yaşam AVMê li hev civiyan û êrîşa li dijî wî şermezar kirin. Di çalakiya şermezarkirinê de dirûşmên wek “Serok îstîfa” û “Destên ku êrîşî Sînan kirine bila bişikên” berz kirin.

Rojnamevan Sînan Aygul ê ku ji ber êrîşê birîndar bibû, hat zanîn ku îro dîsa rewşa wî giran bûye û rakirin nexweşxaneyê.

Rojnamevan Sînan Aygul duh Yekşemê beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî ku êrîşa li wî hatiye kirin axivî.

Sinan Aygul got, “Weke hûn jî dizanî êrîşî min kirin. Bûyereke nebaş bû rûda. Êrîşkar pasewanên şaredariyê (Şaredariya Tetwanê) ne û yek ji wan polîs e. Piştî êrîşê ez birîndar bûm. Di dema êrîşî de gefên kuştinê li min dixwarin û digot heger tu derbarê serokê şaredariyê de binivisî tu dê bimirî.”

Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku ew wê êrîşî tenê li dijî xwe nabîne û di şexsê wî de êrîş li hemû rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst