Li Kampa Domîzê bi boneya Roja Penaberan çalakiyek birêve çû

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe 20ê Hizêranê Roja Cîhanî ya Penaberan e, û bi vê boneyê li Kampa Domiz a penaberên Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hejmareke rêxistinên li wê kampê çalakiyek saz kirin.

Sibe 20ê Hizêranê roja cîhanî ya penaberan e, li Kampa Domîz îro bi vê minasebetê çalakiyek birêve çû.

Ew çalakî ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hejmareke rêxistinên li wê kampê birêve çû, têde fîlmek dokumenterî li ser wê kampê hat pêşkêşkirin.

Herewiha pêşangeheke karên destî yên penaberan hat vekirin.

Berpirsên Kampên Penaberan li Duhokê di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de Xidir Hisên got, rewşa penaberan di salên borî de baştir bû, niha gelek rêxistinên navdewletî pişta xwe dane penaberan û çûne Mûsil an welatên din.

Kampa Domiz 30 kîlometre dikeve başûrê rojavayê Dihokê. Navenda serekî ya komkirina penaberên rojavayê Kurdistanê ye û hêjmara rûniştvanên wê zêdetirî 55 hezar kesî ye.