Li Dîlokê qeza: 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê barhilgir, minîbus û otomobîl li hev ketin û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Minîbusa ku Mehmet Avşar diajot û plaqeya wê 61 AAY 613 ye, otomobîla ku Bedrettîn Zîdan diajot û plaqeya wê 46 DH 765 e û barhilgira ku navê şofêrê wê nehat zanîn û plaqeya wê 27 AIB 771 e, li ser rêya Mereş-Dîlokê di kîlometreya 15emîn de qelibîn.

Di qezayê de şofêrê otomobîlê Bedrettîn Zîdan û Îsmaîl Ozdemir û Mehmet Apalak ê ku di otomobîlê de bûn, li cihê qezayê canê xwe ji dest dan.

Mehmet Avşar, Îzzet Ozdemir, Okkeş Avşar, Cuma Bozkurt û Nazim Bozkurtê ku di qezayê de birîndar bûn, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyên li Dîlokê.

Cenazeyên kesên ku di qezayê de mirin, piştî lêkolînê rakirin morga Saziya Tiba Dadê.