Li Colemêrgê bi hinceta PKKê 5 kes hatin desteserkirin

19-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Colemêrg Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “alîkariya PKKê” 5 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Colemêrgê roja Yekşemê 18ê Hezîranê 2023an ragihand ku tîmên Şaxa Terorê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li ser kar û xebatên eşkerekirina bûyerên kiryar nediyar berdewam in.

Parêzgariya Colemêrgê dibêje, “Di çarçoveya xebatan de bi îdiaya ku di sala 2014an de ji bo revandina kesekî alîkariya PKKê kirine 5 kes hatine desteserkirin.”

Kesên desteserkirî ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê hatin birin. Derbarê 5 kesan de lêpirsîn berdewam e.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst