Gola Wanê mazûvaniya bi sedan çûk û teyrikan dike

19-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hewzeya Gola Wanê îsal bi barîna berf û barana zêde tejî bûye û mazûvaniya bi sedan corên çûk û teyrikan dike.

Li hewzeya Gola Wanê ji sedan corê teyrikan heta niha 240 ji wan hatine tomarkirin û îsal bi zêdebûna avê hejmara flamingo di serî de corên wek quling, sûnawêrk, legleg, masîxwer û qerebeşk jî zêdetir bûne.

Li hewzaya Gola Wanê ku ji 3 beş qadên avî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yek beşî li xwe digre ava cihên wek Gola Ak, Çelebibag, Karasu, Karagunduz û Donemeçê sala borî ji ber hişkesaliyê kêm bûbû û hejmarek corên teyrikan nehatibûn herêmê, lê îsal bi destpêkirina demsala biharê asta ava van cihan zêde bûye û bi awayekî xwezayî çûkan dîsan berê xwe dane golê.

Mamosteyê Zanîngeha Wanê yê beşa Biyolojiyê Prof. Dr. Ozdemir Adizel dibêje, hatina teyrikan bandorê li hemû jîngehê dike û divê qadên heyî bên parastin.

Prof. Dr. Ozdemir Adizel diyar kir, “Berî gelek salan me dibihîst ku bi taybetî di demsala zivistanê de qazên berî ref bi ref dihatin. Lê di salên nêzîk de me qaz nedîtibûn. Bi kar û xebatên parastinê niha li cihên wek Erçek û Çelebibagê em qazan dibînin. Her diçe zêdetir dibin. Di hewzê de qadên tên parastin bûne wek behişta teyrikan. Hêvîdar im her wiha berdewam be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst