Li Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê: 2 mirî û 10 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Oltîsê ya ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ve di bûyereke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Li aliyê din li parêzgeha Erzînganê jî di bûyereke trafîkê de 7 kes birîndar bûn.

Îro Yekşemê 19ê Hezîrana 2022ê otomobîla welatiyê bi navê Şahamettîn Ziyagolu ku biryar bû ji Erzeromê biçe Erdexanê, li nêzîkê gundê Başakli yê navçeya Oltîsê ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û 3  jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku kesên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Erzeromê hatine rakirin.

Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê jî bûyereke trafîkê çê bû.

Hat ragihandin ku li Taxa Halît Paşa ya Erzînganê du mînîbusên rêwiyan li hevdu qelibîne û di wê bûyerê de jî 7 welatî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Zanîngeha Erzînganê.