Li Mêrdîn, Êlih û Sêrtê destûra lêgerîna neftê hat dirêjkirin

19-06-2022
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Êlih Sêrt Neft
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Êlih, Mêrdîn û Sêrt a Bakurê Kurdistanê dema lîsansa lêgerîna neftê ya Saziya Petrolê ya Tirkiyê (TPAO) heta 11ê Tîrmeha 2024an hat dirêjkirin.

Daxuyaniya dirêjkirina lîsansa lêgerîna neftê ya Saziya Petrolê ya Tirkiyê (TPAO) ya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Maden û Neftê ya ser bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyê ve di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Biryar hat dayîn ku li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê ku rûbera wê 15 hezar û 297 hektar e, lîsansa lêgerîna neftê ya TPAOyê heta 11ê Tîrmeha 2024an hat dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst