Li Reqayê yekemîn pêşangeha pirtûkan hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Rewşenbîrî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê duh Şemiyê 18ê Hezîrana 2022an li Reqayê yekemîn pêşangeha pirtûkan a bi navê “Xwendin Jiyan e”, vekir.

Di pêşangehê de 28 weşanxane û bi dehan nivîskar û helbestvan ên ji Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de beşdar bûn.

Di pêşangehê de, 20 hezar pirtûk, 5 hezar navûnîşan yên 28 weşanxaneyên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser, her wiha hejmarek weşanxaneyên Iraq, Libnan û Misirê beşdar in.

Biryar e pêşangeh bo sê rojan berdewam be û tê de çalakiyên rewşenbîrî yên cor bi cor bêne lidarxistin.