Heyet Tehrîr el-Şam rojava û başûrê Efrînê kontrol kir

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê û Ehrar el-Şam gundewarên rojava û başûrê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kontrol kirin.

Çavkaniyên ku ji nav Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn piştrast kirin ku hêzên Heyet Tehrîr el-Şam bajarokê Cindirêsê kontrol kirin û hêzên wan gihiştine rêbenda rojavayê Efrînê.

Ji aliyê başûr ve jî, çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam tevahiya xeta başûrê Efrînê heta rêbenda gundê Tirindê ku niha bi rastî taxeke Efrînê ye kontrol kirine.

Çavkaniyên ku ji herêmê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn tekez dikin ku grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bê berevanî vedikişin û bajarê Cindirêsê bê şer hatiye radestkirin.

Ji vê sibehê ve pêşveçûna çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam rawestiyaye lê tevger li nav bajarê Efrînê bi temamî rawestiyaye û tirs ji êrîşa Heyet Tehrîr el-Şam bo ser bajêr heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê: Heyet Tehrîr el-Şam beşek ji Efrînê kontrol dike

Çavkaniyekî ji herêma Efrînê ji Rûdawê re ragihand, ku çekdarê Heyet Tehrîr el-Şam bajarokê Cindres li başûrê Efrînê kontrol kirine. Serokê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê Îbrahîm Şêxo jî got “Di mizgeftên Efrînê bang li xelkê tê kirin ku ji malên xwe dernekevin.”

Roja Yekşemê 19-6-2022, çavkaniyekî ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, çekdarên opozîsyona Sûriyê li nêzîkî Tirkiyê ji şer paşde vedikişin û Heyet Tehrîr el-Şam jî cihên wan kontrol dike.

Serokê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê Îbrahîm Şêxo got “Ji duh sibehê ve me dît ev pevçûn di navbera Ehrar Şam û Cebet Şamiyê de li gundewarê Babê hebûn û ji ber wê jî kuştî û birîndar jî hebûn. Lê piştî nîvro hat guhertin ji ber me dît Heyet Tehrîr el-Şam di korîdora Belûtê de hejmareke mezin bi çekên giran derbasî Xezewiyê ya navçeya Şêrawayê bûn û dest danîn ser birca Ebdeloyê, Basûtê, Durindê û heta gihîştin Kurzêlê û şerekî mezin çêbû. Di Kurzêlê de 4 ji wan hatin kuştin hinek ji Cephet Şamiyê esîr hatin girtin. Em dikarin bibêjin navçe bi giştî di bin kontrola wan de ye.

Heta niha metirsiyeke mezin li Efrînê heye ku derbasî nav Efrînê jî bibin. Di mizgeftan de bang dikirin ku kes ji malên xwe dernekevin ji ber şer û pêvçûnan. Reşweke pir aloz heye. Li vir tê xuyakirin Tirkiye leşkerên xwe li ser rêbazên Efrînê de kişandin.”

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di bin dagirkirina Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wî welatî de ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di destpêka Hezîranê de ragihandibû ku çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ên ser bi Tirkiyê ve başûr û rojavayê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kontrol dikin.

HSDê diyar kiribû ku piştî lihevkirina bi çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê re ku ew lihevkirin bi serpireştiya Tirkiyê hatiye kirin, çekdarên HTŞê derbasî herêma Efrînê bûne.