Çîroka 4 efserên ji ber tevlîbûna Komara Kurdistanê hatine îdamkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema damezirandina Komara Kurdistanê de 4  efserên Kurd ji Başûrê Kurdistanê çûn ku piştevanya Komara Kurdistanê bikin. Îzedîn Ebdulezîz, Mistefa Xoşnaw, Xeyrûla Ebdulkerîm û Mihemed Mehmûd bûn 19ê Hezîrana 1947ê li Bexdayê ji aliyê hikûmeta wê serdemê ve hatin gullebarankirin.

75 sal di ser şehîdkirina 4 efserên Başûrê Kurdistanê re derbasbûn ku ji aliyê rejîma Iraqê ve ji ber beşdarî damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê bibûn hatibûn gulebarankirin. Wan efseran di nameya ku beriya bên îdamkirin de ji birayên xwe re wesiyet kirine ku "Têkoşîna rûmetê bidomînin".

4 efserên kurd ên bi navên Mistefa Xoşnaw, Xeyrulah Ebdulkerîm, Mihemde Mehmûd û Îzedîn Ebdulezîz ku di artêşa Iraqê de wezîfedar bûn, di 22ê Çileya 1946an de di avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de cih girtin. Di 19ê Hezîrana 1947an de, efserên kurd piştre ji ber tevlîbûna Komara Kurdistanê ji aliyê rejîma Iraqê ya wê heyamê ve hatin gulebarankirin.

Efserên Kurd di beşeke wesiyetnameya ku beriya îdamkirina xwe de wiha nivîsandibûn:

 “Birano, di hemû jiyana xwe de nezaniyê bikin dijminê xwe. Bi cehaletê re şer bike, tu carî nekeve pey nezaniyê. Em sembolên têkoşîna netewî ya netewa Kurd in. Hûn birayên li pey xwe mane; di rêya namûsê de şer bikin. Bi izna Xweda miletê me xilas dibe.”

4 efserên navborî bi hezkirina Kurdistanê, ku di artêşa Iraqê de bûn, ji bo piştgirîkirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê, di dema xizmeta leşkerî ya Iraqê de çûne Rojhilatê Kurdistanê û beşdarî pêvajoya damezrandina komarê bûn.

Piştî vekişîna artêşa Rûsyayê, bi rûxandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê re, dema vegeriyan Bexdayê, di dadgeheke leşkerî de hatin dadgehkirin û cezayê îdamkirinê ji bo wan hat derxistin.

Di 19ê Hezîrana 1947an de li Bexdayê 4 efserên kurd hatin gulebarankirin û şehîd bûn.

Xizmê Îzedîn Ebdulezîz Salih Muhsîn ji Rûdawê re ragihand, ku Îzedîn di nava malbatê de bi navê “Şivan” dihat naskirin û got, “Şivan xwendekarekî kedkar û xebatkarê Akademiya Leşkerî bû û xwedî bawername bû, ji ber wê jî ew şandin Brîtanyayê. Xwendina leşkerî ya li Brîtanyayê bi pileyeke bilind qedand û piştî xwendina xwe ya bi pileya bilind, vegeriya Bexdayê û di artêşa Iraqê de erka xwe berdewam kir."

Gelek wêneyên Îzedîn Ebdulezîz yên ligel Mele Mistefa Barzanî, dema leşkerê Iraqê de bûye û herwiha di dema li Komara Kurdistanê ya Mehabadê bûye.

Biraziyê Îzedîn Ebdulezîz ê bi navê Muhsîn Salih ku wê demê hêj zarok bû dibêje, “Beriya ku were îdamkirin, li Diyanayê leşker bûn. Dema ji şer (Mehabad) vegeriyan hatin Herîrê. Paşê, hukûmetê ji bo wan cezayê îdamê da."

Ji aliyê din ve Mihemed Muhsîn diyar kir ku 4 efserên Kurd ên di sala 1947an de hatin îdamkirin yekemîn şehîdên Kurdistanê ne û got, "Şehîdên wan ne tenê li Amêdiyê, lê li tevahiya Kurdistanê bandoreke mezin kir. Taziyeke mezin hate danîn û bi hezaran kes tevlî sersaxiyê bûn. Gelek hezkiriyên wî hebûn. Ji ber ku hemû jiyan û wesiyeta wan bi Kurdan û têkoşîna Kurdistanê ve girêdayî bû. Bi tevlîbûna girseyî merasîmeke girseyî hate lidarxistin. Ew evîndarên Kurd û axa Kurdistanê bûn.”

Peykerê Îzedîn Ebdulezîz ji bo bîranîna xizmetên wî yên ji bo Kurd û Kurdistanê li meydaneke Amêdiyê hat danîn. Helbesta ku helbestvanê kurd Bedirxan Sindî ji bo van lehengan nivîsandiye jî li ser peykerê hatiye xêzkirin.