'Tirkiye dixwaze li Girê Spî koçberan li cihê Kurdan bicih bike'

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu çû Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê û di derbarê projeya vegerandina koçberên Sûrîyê de got, ewê ji bo 64 hezar kesan xaniyan ava bikin. Mafnas Dr. Îbarhîm Mislim ku xelkê Girê Spî ye derbarê wê seredanê de ji Rûdawê re got, Tirkiyê dixwaze koçberan li cihê Kurdên Girê Spî bicîh bike.

Demeke Hikûmeta Tirkiyê behsa avakirina komelgehên niştecîbûnê ji bo penaber û koçberên Sûrî li navçeyên bakurê Sûriyê û vegerandina penaberan ji bo wan komelgehan dike.

Ji bo vê mebestê jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kir û derbarê projeya vegerandina koçberên Sûrî bo welatê wan de got, ew dê projeyeke 64 hezar kesî çêbikin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje "Li Tirkiyê 3 milyon û 700 hezar birayên me yên Sûrî hene. Ji bo wan kesên ku bixwazin vegerin herêmên wek Girê Spî, Serê Kaniyê, Ezez û Babê em li ser projeyeke nîştecihbûnê kar dikin. Wek berê ma çawa li Idlibê çêkiribû ji wê zêdetir emê bikin. Heta niha li Idlibê me nêzîka 60 hezar avahiyên bi brîkêtan çêkirine. Niha jî emê li Cerablus, Bab û çend herêmên din 240 hezar avahiyan çêbikin. Koçberên bêjin em dixwazin vegerin dikarin li vê derê bijîn. Dê di nav de navendên tendirûstî, dibistan û cihên pêwîst jî hebin."

Dr. Îbrahîm Mislim ku ji bajarê Girê Spî ye derbarê seredana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji bo Girê Spî got, Kurd û Ermen li bajêr koçber bûne, niha Tirkiyê dixwaze Erebên hawirde li cihê wan bicîh bike û demografiya navçeyê biguhere.

Mafnas Dr. Îbrahîm Mislim diyar kir “Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê serdana Girê Spî kiribû û bi serokên êşîrên Ereb re civiyabû. Ne Kurd ne jî Ermenî li wê derê nemane, ji xeynî Ereban. Ev projeyên ku Tirk çêdikin bi nêrîna min guhertineke demografî li herêmê çêdike. Ev xelkê ku li Girê Spî bicih dikin dê li şûna Kurdên jê bûne penaber û berê xwe dane Eyn Îsa, Reqa, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê bicih bikin.”

Niha li li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Tirkiyê bi alîkariya hin rêxistinên Kwêtî û Qeterî dest bi avakirina komelgehên niştecîbûnê ji bo Erebên Hawirde kiriye, û heta niha 10 komelgeh temam bûne û xelk lê hatine bicîh kirin