ENKS: Daxwaza me sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji nakokiyên siyasî dûr be

19-06-2022
RÛDAW
Nîşan ENKS Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir, ew ê di meha bê de kongreyekê li Qamişlo li dar bixin. Derbarê sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de jî wî destnîşan kir, wan daxwaz kirine ku sînor ji nakokiyên siyasî dûr be û her vekirî be.

Endamê Dîwana Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso duh Şemiyê 18ê Hezîrana 2022an piştî civîna wan ya bi Serok Barzanî re ji Rûdawê re ragihand, “Me bi Serok Barzanî re behsa pirsgirêk û qeyranên gelê me yên li Serê Kaniyê, Efrîn, Qamişlo û hemû deverên din ên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir, hevdîtina bi Serok re morala me bilind kir.”

Silêman Oso anî ziman, “Serok Barzanî got, divê hûn li ser xaka xwe û di nav gelê xwe de bimînin û nebin penaber û em jî wek Herêma Kurdistanê amade ne ku piştevaniya we bikin û her pirseke girêdayî Herêma Kurdistanê çareser bikin.”

Silêman Oso her wiha anî ziman, “Serok Barzanî pesna Pêşmergeyên Roj da di şerê dijî DAIŞê de.”

Silêman Oso rexne li PYDê girt û li ser tometa rêgiriya wan bo Herêma Kurdistanê got, “Em her tim li vir bûn lê mixabin ev nêzî salekê ye ji ber girtina sînor ji aliyê PYDê ve em ne li vir in, me her tim hêvî dikir ku dûrî nakokiyên siyasî sînor her vekirî be.”

Silêman Oso diyar kir ku wan du meh berê bi Fermandarê Giştî yê HSDê û Balyozê Amerîkayê re hevdîtin pêk anîbû û gotibû, divê sînor ji nakokiyên siyasî dûr be û anî ziman, “Pêwîst e sînor ji bo penaberan vekirî be, gelê me rastî gelek zehmetiyan tê, me zêdetir ji carekê daxwaz ji Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye ku pirsgirêka sînor çareser bikin û wan jî ragihandiye, em amade ne wek berê vekirî bin.”

Silêman Oso li ser diyalogên ENKS û PYNKê jî got, “Mixabin ev ji salekê zêdetir e ku diyalog hatiye rawestandin. Beriya meh û nîvekê li gelek bajaran 8-9 ofîsên me hatin şewitandin. Hevalên PYDê gotin, me danûstandin ji aliyê xwe ve rawestandine û li ser rêkeftina me kirî jî namînin. Heger danûstandinan berdewam bikira, rewş dê baştir bûya û civaka navdewletî ji ya niha cudatir li Rojavayê Kurdistanê bineriya.”

Duh Şemiyê li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê kir û di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst