Li Silêmaniyê nexweşiya Kolerayê belav bû; Bexdayê daxwaza rewşa awarte kir

19-06-2022
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Kolera
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir û Rêveberê Giştî yê Tendirustiyê yê Silêmaniyê Sebah Hewramî îro di civîna çapemeniyê ya hevpar de ragihandin ku li bajêr 10 kes bi nexweşiya Kolerayê ketine û 4 hezar kes jî ji ber îshalê û êşa mîdeyê rakirine nexweşxaneyan. Li bajêr rewşa awarte hat ragihandin.

Sebah Hewramî di civîna çapemeniyê de diyar kir testên 10 rewşên ku ji bo Bexdayê hatine şandin, pozetîv derketine û got, “encama testan li Bexdayê hat piştrastkirin û derket holê ku 10 kes bi Kolêrayê ketine.”

Hewramî amaje bi wê yekê jî kir ku li Silêmaniyê 56 rewşên gumanbar ên pêketina bi Kolêrayê hatine tomarkirin, lewra Wezareta Tendirustiya Iraqê ji Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê re pêşniyar kiriye ku rewşa awarte were ragihandin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê got, “Wezareta Tendirustiya Iraqê ji me re got ku em li parêzgeha Silêmaniyê rewşa awarte ragihînin û komîteyeke rûbirûbûnê bi serpereştiya parêzgarê Silêmaniyê û hemû aliyên pêwendîdar were avakirin.”

Sebah Heramî diyar kir, nexweşiya Kolerayê ji Korayê cuda ye, çimku “nexweşiya Koleayê tê naskirin û em dizanin sedem û dermanên wê çi ne, herwiha em dizanin ku çawan kontrol bikin.”

Hewramî tekez kir, “tevî wê yekê kî Kolera nexweşiyekî metirsîdar e û divê welatî gelek hişyar bin û di navbera mirin û jiyanê de xeteke pir nazik heye, divê hemû kes agahdarî tendirustiya xwe bin.”

Derbarê sedema nexweşiyê de jî, Rêveberê Tendirustiya Silêmaniyê dibêje, “çavkaniya wê tenê ava pîs e, ava pîs jî yan rasterast tê bikaranîn an bi awayekî nerasterast, wek mînak ava ku ji bo amadekirina xwarinê tê bikaranîn, pêwîst e welatî agahdar bin ku eger ji çavkanî û paqjijiya avê piştrast nebin, bikar nehînin.”

Rêveberê Tendirustiya Silêmaniyê destnîşan jî kir, ku di nava 6 rojên derbasbûyî de nêzî 4,000 kes ji ber îshalê û vereşandinê li nexweşxaneyên Silêmaniyê hatine razandin.

Sebah Hewramî ragihand, nexweşî li hemû Kurdistanê heye, lê li Hewlêr û Duhokê kêmtir e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst