PSK: Rê nedin dek û dolavên neyarên Kurdan serkevin
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê têkildarî êrişa li ser avahiya HDPê ya li Îzmîrê ku di wê êrişê de endama partiyê Denîz Poyraz jiyana xwe ji dest dabû û êrişa li dijî avahiya AK Partiya li navçeya Hêneyê ya Amedê hişyarî da û ragihand: “Rê nedin dek û dolavên neyarên Kurdan serkevin.”
PSKê bi daxuyaniyekê hişyariya aloziyan û çalakiyên provokatîf ên li dijî Kurdan kir.
PSK amaje bi wê yekê kir ku hewl hene ku bertekên rewa û mafdar ên ji ber kuştina Deniz Poyraz, bêne û manîpulekirin û bêbandorkirin.
Di daxuyaniya xwe de PSK dibêje: “Herwekî tê zanin di 17ê di Hezîranê sala 2021an de, avahiya şaxa Îzmîr a HDP ketibû ber êrîşê û endama HDPê ya bi navê Denîz Poyraz hatibû kuştin. Hemû Kurdan, kesên demokrat û aşitixwaz, ew êrîşa hov şermezar kirin û daxwaz kirin, ku hemu aliyên êrîşê bêne eşkerekirin.”
PSKê bal kişand ser êrişa dijî avahiya AK Partiyê ya Hêneyê û dibêje: “Di vê demê de avahiya AKP li navçeya Hêne ya ser bi Amadê ket ber êrîşê. Armanca êrîşa hanê ya ajawegerî ye û bê nirx û bê bandor kirina bertekên, ku derbarê kuştina Denîz Poyraz de hatibû nişandan. Divê em xwe ji her cureyê kar û kiryarên, ku xebata me ya azadî û demokrasiyê lekedar dike, dur bêxin. Ji ber ku karên bi vî rengî ajawegerî ye û xizmeta deshilata Tirkiyê dike.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe PSK banga hemû hêzên welatparêz û domokrat û aşitîxwazan dike û dibêje: “Li hember êrîşan, ku roj bi roj zêdetir dibin, mil bidin e hev. Roj roja yêkitî ye, roja berxwedana erîşên dagirker û kolonyalîstan e. Werin em plan û xev û xeyalen kîrêt û xwînavî yên neyar pûç bikin.”