Firokeyên Tirkiyê otomobîlek bombebaran kirin

19-06-2021
RÛDAW
Otomobîl li nava gund bû armanca êrişê
Otomobîl li nava gund bû armanca êrişê
Nîşan Şarbajêr Tirkiye PKK Gerîla Firokeyên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên Tirkiyê li gundê Gelale yê li herêma Şarbajêr a Silêmaniyê otomobîlek bombebaran kirin. Li gor gotina Qaymeqamê qezaya Mawet 2 gerîlayên PKKê di wê êrişê de jiyana xwe ji dest dane û gerîlayek jî birîndar bûye.

Dîmenên piştî êrişa firokeyên Tirkiyê ji aliyê hemwelatiyekî niştecihê deverê ve bo Rûdawê hatin şandin ku tê de diyar e, ew otomobîl li nava gund bûye armanca êrişê.

Li gor gotina wî hemwelatî, otomobîl a gerîlayên PKKê bû û dema ku di nava gund re derbas dibû, ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hat bombebarankirin.

Qaymeqamê qezaya Mawet Kameran Hesen derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, îro demjimêr 18.30 firokeyeke şer a Tirkiyê otombîleke sivîl li nava gundê Gelale ku dikeve nav sînorê qezaya Mawet li herêma Şarbajêr a Silêmaniyê, kir armanc.

Li gor zanyariyên Kameran Hesen, “Otomobîl bi temamî şewitî ku hejmareke gerîlayên PKKê tê de bûn û di encamê de 2 gerîla jiyana xwe ji dest dan û gerîlayek jî birîndar bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst