Tifaqa Kurdistanî: Em çok danaynin û serî natewînin

19-06-2021
RÛDAW
Nîşan Grûba Hevkariya Kurdistanê Tifaqa Kurdistanî Denîz Poyraz Kurd HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûba Hevkariya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Bersiva me bo êrişa li Îzmîrê ev e; em çok danaynin, serî natewînin û navber nadin meşa xwe ya bo heq, dadwerî û azadiyê. Em dê li hember zilmê edaletê û li hember mirinê jiyanê ava bikin.”

Grûba Hevkariya Kurdistanê ku ji aliyê Tifaqa Kurdistanî ve hatiye avakirin derbarê êrişa li ser avahiya HDPê ya li Îzmîrê û kuştina keça Kurd Denîz Poyraz, daxuyaniyek belav kir.

Grûba Hevkariya Kurdistanê amaje bi siyaseta desthilata Tirkiyê kir û got, “Desthilatdariya AKP-MHPê ku berberiya di nav civakê de afirand, bi zext, rêbaz û zimanekî kîn û nefretê ya siyasetê li hember muxalifan bi taybetî jî li hember Kurdan, bi polîtîkayên bêcazikirinê hate xelatkirin pêvajoya îro, êrîşa Hevserokatiya Bajêr ya İzmîrê ya HDPê û qetilkirina Denîz Poyraz anî holê.”

Di daxuyaniyê de amaje bi zêdebûna êrişên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin û hat gotin, “HDP ya ku di parlementoyê de sêyemîn partiya mezin e, zagon û fermiyeta xwe ji makezagona vî welatî, rewatiya xwe ji sindoq û ji bingeha civakê girtiye, her roj di serî de ji aliyê serokkomar û zatê di serê MHP ê de û ji aliyê çapemeniya alîgir ve wekî terorîst tê îlan kirin. Ev yek di makezagonê de him suc e û him jî sedema vê êrîşê ye.”

Grûba Hevkariya Kurdistanê dibêje, “Doza girtinan a li hember partiyên ku siyaseta xwe li ser zemînên demokratîk dikin, astengiyên bêhiqûqî yên li hember partiyên ku dê nû vebin, siyasetmedarên ku di girtîgehan de rehîn tên girtin, bi dawîkirina peywirên Hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û bê hincet tayînkirina qeyûman, înkarkirina nasname, polîtîkayên asîmîlasyon û zextê ji HDPê wêdetir êdî dide xuyakirin ku armanca wan çewsandina, helandina Kurdan e.”

Di daxuyaniyê de tê tekezkirin, “Me peyama desthilatdariyê ya ku bi êrîşa İzmîrê da me girt û bersiva me jî ev e; Em ê tu caran li hemberî we çok daneynin. Em dê tu caran navber nedin meşa xwe ya Heq, Edalet û Azadiyê. Em ê tu caran li hember polîtîkayên we yên înkar, asîmîlasyon û tecrîdê serî netewînin.

Vê baş bizanin ku; li hember tirsa ku we afirandiye wêrekiyê, li dijî bêzariyê hêviyê, li dijî bindestî azadiyê, li hember zilmê edaletê û li hember mirinê em dê jiyanê ava bikin.”

Di daxuyaniyê de behsa bêdengiya Serokomar û Wezîrê Navxwe jî hat kirin, “Li gor ku ji ser bûyerê 24 saet derbas bûye, hêj ne ji devê Serokkomarê vî welatî, ne jî ji devê Wezîrê Navxwe ku berpirsiyarê ewlehiyê yê hemû kesan e, yek hevokek jî derneketiye. Em vê rewşê watedar dibînin. Hemû civak wateya aramiyê baş dizane.”

Grûba Hevkariya Kurdistanê dibêje, “Piştî vê bûyerê divê Serokê Giştî yê AKPê ku berî demekê, piştî teşebbûsa lîncê ya li Rîzeyê ku li hember şand û Seroka Giştî ya IYI Partiyê hatibû kirin gotibû, “ev hêj rojên we yên baş in, ka hun dê çi bibînin” pêwîst e ku şîroveya vê hevoka xwe bike. Peyamên şermezarkirinê yên kesên ji asta jêrîn ên di nav desthilatdariyê de bes xapandinek e. Ev êrîş berhema tovên kîn û nefretê ya ku we reşandiye ye.”

Grûba Hevkariya Kurdistanê diyar dike, “Hiqûq a ku ji aliyê desthilatdariyê wek amûra gefê tê bikaranîn, ji bingeheke ku têkîliyên Mafya, Dewlet û Siyasetê derketiye holê mixabin em nikarin behsa Heq, Hiqûq û ji Edaletê bikin.”

Herwiha Grûba Hevkariya Kurdistanê hejmareke pirsan jî arasteyî aliyên peywendîdar dike;

“Em dipirsin; Gelo çima kesên dijber ên bêsuc, ji bo ku bên cezakirin bi rojan di bin çav de tên girtin û diavêjin girtîgehê, lê kûjer hêj 24 saet derbasnebûyî, bê lêpirsînek e ciddî di girtigehê de tên parastin? Ji eşkerekirina hêzên ku li pişt wan in ditirsin gelo?”

Êrîşkar bi çi armancî çûye Suriyeyê, li wir li wargehên kîjan rêxistinan de ma ye, li ser navê kî/kê bi kî re şer kiriye?

Lêpirsîna ku bersivên van pirsan nehatiye dayîn û bi dawî bûye, giringiya bûyerê û xetereya bûyerê careke din dide ber çav.”

Her di wê daxuyaniyê de tê gotin, “Ev êrîş bi rêxistinkirî bû û armanc hewldana qetlîamek e bi tevahî bû ger civîn betal nebûna.  Ev êrîş ne bi serê xwe ye û heta ku hêzên li pişt vê êrîşê neyên eşkerekirin dê Tirkiye bêhtir ber bi aloziyê ve biçe.”

Grûba Hevkariya Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de êrîşa li hember Serokatiya HDPê ya Bajarê Îzmîrê “bi tundî şermezar û nalet” dike û dibêje, “Hevala me Denîz Poyraz a ku hate qetilkirin, Xwedê bi rehma xwe şa bike û serê malbata me sax be. Li hember van êrîşan em bang dikin ku hemû hêzên demokrasiyê û saziyên civakî yên sivîl piştgirî û hevkariyê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst