Grûpeke tekvandoyê ya Almanî li ber Keleya Zerzevan a Amedê rahênan dike

19-06-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Keleya Zerzevan Tekvandovanên Almanî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji Almanyayê 43 tekvandovanên navdar ku her sal welat bi welat digerin, vê carê berê xwe dan Amedê. Tekvandovanên biyanî li ber Keleya Zerzevanê ku dîroka wê digihije 3 hezar sal beriya niha, rahênana tekvandoyê kirin. Ew bûn heyranê erdnîgarî û dîroka bajarê Amedê.

 

Keleya Zerzevanê ku li navçeya Çinarê ya Amedê ye, îsal mazûvaniya bi dehan hezar geştyaran kiriye. Ji ber ku dîroka keleyê digihije bi hezaran sal berê û weke yekemîn garnîzona leşkerî hatiye avakirin, mêvanên wê pir in.

 

Mêvanê vê carê yê keleyê, werzişvanên tekvandoyê ne. Ew ji Almanyayê ji bo dîtina vê keleyê hatine. Dixwazin li vê keleya ku ji bo êrîş û parastina împaratoriya Romayê hatiye avakirin, hin teknîkên cuda yên tekvandoyê nîşan bidin.

 

Gulabî Erkoç mamosteyê van tekvandovanên alman e. Ew bi xwe ji Amasyaya Tirkiyeyê ye û niha welatiyê Almanyayê ye. Wî ev tekvandovan anîne Amedê.

 

Gulabî Erkoç ji Rûdawê re got: “Em her sal dihatin bajarekî ber deryayê ya Tirkiyeyê. Me li plajên deryayê kamp dikir. Lê min got îcar divê em biçin Diyarbekirê û li Zerzevanê rahênana tekvandoyê bikin. Em 43 tekvandovan jî ji dîtina Zerzevanê gelek kêfxweş bûn. Hestekî cuda bû.”

 

Alexandira Kroner jî cara yekemîn e ku serdana bajarekî kurdan dike. Di jiyana wê de kêm bîranîn hine ku qet ji bîr nekirine. Rahênana li Zerzevanê jî dê bibe yek ji wan bîranînên nejibîrkirî.

 

Geştiyara tekvandovan, Alexandira Kroner jî behsa serdana xwe bo Amedê kir û diyar kir: “Li ser rûyê erdekî dîrokî rahênana tekvandoyê gelek balkêş e. Hêzeke pir manevî da min. Qet naşibe rahênana dibistanên tekvandoyê. Dikim ji kêfxweşiyê bifirim.”

 

Beriya çend rojan ev tekvandovan li Ruha û Mêrdînê bûne. Hem ji girê mirazan û hem jî ji mîmariya Mêrdînê gelek hez kirine. Lê dîrokîbûna Zerzevanê ew sermest

 

Andreas Staunter geştiyarekî din ê tekvandovan e ku serdana Amedê kiriye, ew dibêje: “Vê hîsiyata ku ez jiyam dixwazim careke din bijîm. Tu gotin nikarin hestên min vebêjin. Ez ê dîsa bêm.”

 

Lîsa Pfefferl jî dibêje: “Min geryanek di nava dîrokê de kir. Ez sermest bûm. Çi hestekî xweş bû. Ez ê sedî sed careke din bêm vê keleya dîrokî.”

 

Keleya Zerzevanê di nava çend salên dawiyê de hatiye keşifkirin. Li gorî pisporan di binê vê keleyê de bajarekî heye û ew hewl didin bi xebatên xwe yên zanistî bajarê binê erdê derxin ser rûyê erdê. Dema ku ev yek pêk bê, Keleya Zerzevanê dibe ku li tevahiya welatên cîhanê bibe yek ji navendên sereke yê geştiyariyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst