Jina Cihû li kampa Kurdên Êzidî navendeke çandî vekiriye

19-06-2018
PÊŞEWA BEHLEWÎ
Duhok
Duhok
Nîşan Duhok Kampa Şariya Lîza Mayara Koçber Êzidî Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jina îsraîlî ya bi navê Lîza Mayara, ku ev 3 sal in li Duhokê dijî, li Kampa Şarya ya koçberên Şingalê navendeke rewşenbîrî û çandî ava kiriye.

 

Bav û kalên Lîza Mayara qurbaniyên komkujiya Holokostê ne, ku ev trajediyeke mezin bû di serdema Hîtlerê de li Almanyayê bi serê Cihûyan hatibû.

 

Mayara, 6 mehan piştî karesata Şingalê ya bi serê Kurdên Êzidî hatibû, wate piştî êrîşa DAIŞê ya 2014ê, biryar dide berê xwe bide Başûrê Kurdistanê. Wê li Duhokê rêxistineke bi navê “Bahara Hêviyan” damezrandiye û herwiha li Kampa Şarya jî navendeke çandî û perwedehiyê vekiriye.

 

Lîza Mayara ji Rûdawê re got: “Weke mirovekê û herwiha weke kesekê ku gelek xizmên xwe di jenosîda Holokostê de ji dest daye, ji bo erkên xwe yênb mirovahiyê pêk bînim hatime vê derê.”

 

Di demên cuda de 500 zarok di navenda rewşenbîrî û çandî de perwerde dibînin. Lîza dixwaze zarok rengên reş ên DAIŞê ji bîr bikin û çavên wan bi rengan tejî bibe.

 

Rêveberê Cîbicîkar ê rêxistina Bahara Hêviyan Seîd Xwedêda jî got: “Ev peyameke mirovî ye, ku jinekê bi esil Cihû hatiye xizmeta van koçberan bike.”

 

Bi vî xizmetê Bahara Hêviyan ji bo zarokan bûye dibistaneke duyemîn.

 

Li Kampa Şariya nêzîkî 4 hezar koçberên Kurdên Êzidî dijîn û 6 rêxistinên navdewletî bi awayeke berdewamî li kampê kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst