Îbrahîm Biro: ENKS û opozîsyon li ser federaliyê nakok in

19-06-2018
RÛDAW
Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro
Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro
Nîşan Îbrahîm Biro ENKS Opozîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ragihand ku li nav opozîsyonê li ser mafê netewî yê miletê Kurd hinek lihevkirinek çêbûye û got: “Lê ya ku em dûrî hev in rengê dewletê ye, yanî mijara federalî û nefederalî, mixabin hemû xelkê Sûriyê mijara federaliyê bi perçebûnê ve girêdidin.”

 

Îbrahîm Biro beşdarî bultena Rojava ya televîzyona Rûdawê bû û diyar kir ku biryara Sûriyê bi tevahî bûye navdewletî, tevî ku bûye 8 sal şer li Sûriyê berdewam e, biryarên navdewletî bi awayekî cidî nehatine cîbicîkirin, hemû xelkê Sûriyê tevî opozîsyon û rejîma xwe ve li ser mijarên çarenûsa wî welatî bêîrade ne û got: “Eger dewletên ku xwe weke garantor dibînin, li ser biryarên navdewletî bi rastî kar bikin, dê gav bêne avêtin.”

 

Biro bal kişande ser nezelalbûna siyaseta Amerîkayê li Sûriyê û got: “Tevî ku 8 sal derbas bû, di siyaseta Sûriyê de stratejiya Amerîkayê tine ye.”

 

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro eşkere kir ku opozîsyona Sûriyê dê ji aliyê xwe ve civînên xwe bike û eşkere kir ku ew dê hefteya bê li paytexta Erebistana Siûdî bajarê Riyadê civînek pêk bînin daku lîsteya destûrî ya opozîsyonê were diyarkirin.

 

Li ser pirsa "gelo eger diyar bibe ku dê kî ji opozîsyonê beşdarî komîteya amadekirina destûra Sûriyê bibe, gelo dê nûnerên ENKSê çend kes bin?" Îbrahîm Biro destnîşan kir ku heta niha hejmar bi zelalî nehatiye danîn û got: “Dibe ku 10 endamên îtilafê hebin, bêguman du endam ji ENKSê bin, lê heta niha ti biryar nehatine standin.”

 

Îbrahîm Biro li ser pirsa "gelo ENKSê bi Îtilafê re derbarê mafên Kurdan ên di destûra nû ya Sûriyê de gotûbêj kiriye?" eşkere kir, weke ku Kurd dixwazin, hemû aliyên opozîsyonê weke hev naaxivin, lê belê ji aliyê din ve hemû opozîsyon qebûl dikin ku Kurd li Sûriyê neteweyekê ne û mafê netewî yê miletê Kurd dê di destûrê de were parastin.

 

Biro bal kişande ser wê yekê ku piştî Kongreya Riyad 2, li nav opozîsyonê li ser mafê netewî yê miletê Kurd hinek lihevkirinek çêbûye û got: “Lê ya ku em dûrî hev in rengê dewletê ye, yanî mijara federalî û nefederalî, mixabin hemû xelkê Sûriyê mijara federaliyê bi perçebûnê ve girêdidin.”

 

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro diyar kir ku hefteya bê li Riyadê civîna opozîsyonê heye û ew dê weke ENKSê 3 kes beşdarî civînê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst