DÊRSIM - Pezkovî daketin nav bajêr

19-06-2016
RÛDAW
Nîşan Pezkovî Dêrsîm
A+ A-

Dêrsim(Rûdaw) – Pezkovî bi roj daketin Taxa Şaxank a navenda bajarê Dêrsîmê.

 

Îro bi roj 3 pezkoviyên ku dakatibûn navenda bajarê Dêrsîmê, demeke dirêj nikarîbûn ji cihê xwe bilibitin.

 

Yek jê 2 salî, du jî 1 salî sê pezkovî li Taxa Şaxank a Dêrsîmê hatin dîtin.

 

Pezkovî di navbera têl û çîtên 4emîn Baregeha Leşkerî ya Komandoyan û rêgeha Xarpêt-Dêrsîm-Ezirganê de asê man. Lewma demeke dirêj ji bo riyek peyda bikin, pezkovî bi vir de û bi wê de reviyan.

 

Xebatkarên Rêveberiya Parkên Netewî û Parastina Sirûşta Dêrsîmê bi hevkariya hêzên ewlekariyê hewl dan pezkoviyan ji cihê ku asê mane, derbixin.

 

Piştre Pezkovî ber bi çiyê ve çûn.

 

Bihar, havîn, payîz, zivistan her çar dansalan jî bizin û berazên kovî dadikevin navenda bajarê Dêrsîmê.

 

Ji ber nêzîkatiya sirûşthezane ya xelkê Dêrsîmê, ajelên kovî jî heta astekê kedî bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst