DAIŞ: Ebû Zerî Ensarî teqîn pêk anî

19-06-2016
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Teqîn DAIŞ Ebû Zerî Ensarî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Rêxistina DAIŞê berpirsatiya teqîna îro ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li xwe girt.

 

Îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwekujekî nêzîkî Parka Kindî li taxa Wista xwe teqand.

 

Di encama wê teqîna xwekujî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 5 kes jî birîndar bibûn.

 

Rêxistina DAIŞê berpirsatiya pêkanîna teqîna îro ya Qamişlo qebûl kir. Malperên rêxistina DAIŞê li ser torên civakî ragihandin, ku çekdarekî xwekuj ê ser bi DAIŞê ve ev kiryara xwekujî bi kembereke bombekirê pêk aniye.

 

DAIŞê navê çekdarê xwe yê ku teqîn pêk aniye, aşkera kiriye û ragihandiye, ‘Ebû Zerî Ensarî’ êrişa îro encam daye. DAIŞê amaje bi temenê çekdarên xwe nekiriye, lê belê şahidên teqînê dibêjin,ku  êrişkar 16 salî bûye.

 

Li gorî agahiyan Rûdawê, teqîna xwekujî ya îro li Qamişlo patrikekî Kiristiyanan li taxa Wista kiribû armanc, lê belê çekdarên irîstiyan ên Hêza Sotooro ku ser bi Hikûmeta Sûriyê ve ye, nehîştin kesê xwekuj xwe bigihîne kesatiyên Kirîstiyan û wî zûtir xwe teqand.

 

Taxa Wista li navenda bajarê Qamişlo ye û piraniya xelkê wê hemwelatiyên Xiristiyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst