Girtiyê siyasî yê Rojhilatî Saman Nesîm nehatiye lidarvekirin

19-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî derbasbûna sê mehan bi ser belavbûna dengoya lidarvekirina girtiyê siyasî yê kurd Saman Nesîm, hat ragihandin, Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê cezayê lidarvekirina wî girtiyê siyasî yê kurd rawestandiye.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê di bersiva daxwaza parêzerê girtî yê siyasî yê kurd Saman Nesmî de, bicihkirina cezayê îdamkirina wî sekinandiye.

 

Li gor wan agahiyan, Dîwanê biryar daye dosyeya Saman Nesîm carek din her pêşberî liqa 12 a Dadgeha Pêdeçûnê ya Ormiyê û biryar li ser bê dayîn.

 

Roja 20ê Sibata 2015an, dengoya wê yekê belav bû ku cezayê lidarvekirinê bi ser girtiyê siyasî yê kurd Saman Nesîm de hatiye cîbicîkirin.

 

Herwiha malbata wî ragihandibû, rayedarên girtîgeha bajarê Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji wan re ragihandine ku kurê wan ji bo cihekê din hatiye veguahstin û daxawz ji wan kiriye ku tiştên wî yên taybetî bibin. Lê piştî belavbûna wê nûçey jî, parêzerê wî, Ezîz Mojdeyî lidûvçûna dosyeyê domand û daxwaza rawestandina cezayê Saman Nesîm kir, ji ber ku ew di demê girtinê de 17 salî bûye.

 

Di wan rojên borî de, Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê di bersiva parêzerê wî de, cezayê lidarvekirina Saman Nesîm rawestand û biryar da ku dosyeya wî carek din veger dadgehê û pêdeçûn bi biryara berê bê kirin.

 

Di biryara Dîwanê de hatiye: “Saman Nesîm, dema ku hatiye girtin, 17 salî bûye û ji ber wê jî nabe cezayê lidarvekirina bi ser wî de bê sepandin.”

 

Herçiqas cezayê lidarvekirina wî hatiye sekinandin jî, lê hêj dema dadgeha pêdeçûnê nehatiye diyarkirin. Li gor biryara Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê, di dadgehkirina wê carê de pêwîst e girtiyê siyasî yê kurd Saman Nesîm bi xwe jî amade be, ji berê wê jî tê texmînkirin ku Nesîm carek din ji bo girtîgeha Ormiyê bê veguastin.

 

Saman Nesîm di roja 17ê meha Tebax a sala 2011an de û di temenê 17 saliyê de bi tohmeta ku pêwendî bi partiyeke kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê ve heye, hat girtin û di dadgeha Şoreşê ya Ormiyê de cezayê lidarvekirinê bi ser de hat sepandin.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst