Li Dêrsîmê helbest bi kirmanckî, kurmancî û tirkî hatin xwendin

19-06-2014
SERKAN İNCE
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw)- Di çarçoveya Duyemîn Şahiyên Biharê yên zanîngeha Tûncelî ya Dêrsîmê de li Hola Beşa Zanistên Aborî ya heman zanîngehê bi zaravên zimanê kurdî kirmanckî/zazakî û kurmancî û bi zimanê tirkî helbest ji aliyê xwendekeran ve hatin xwendin. Xwendekaran di dawiya ahengê de helbesteke ku qala azadîxwazî, pêkvejiyan û aştiya Dêrsîmê dike; bi kirmanckî, kurmancî û tirkî xwendin.

Duh li bajarê Dêrsîmê, Duyemîn Şahiyên Biharê yên Zanîngeha Tûnceliyê bi helbestan berdewam kir. Xwendekarên zanîngehê bi zaravên kurdî kirmanckî û kurmancî û bi tirkî xwendin.

Ahenga ku bi helbestek kurmancî ya naveroka wê 'Evîn' bû destpêkir, bi helbestên tirkî yên Nazim Hîkmet berdewam kir û bi helbesta Lorîn Demîrel a ku li ser hîmê dualîzma Zerdeşt qala dîroka kurdî dikir gihişt asteke berz û kûrhêmayî.

Pişt re helbestek ku qala azadîxwazî, pêkvejiyan û aştiya Dêrsîmê dikir; bi kirmanckî, kurmancî û tirkî hat xwendin.

Roja ku bi çalakiya helbestan tije bû, şev bi konsertan berdewam dike.







Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst