Îranê li Miyandiwawê Kurdek îdam kir

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îîran Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê bi navê Ramîn Saadat ku di 17 saliya xwe de bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû girtin, li girtîgeha navendî Miyandiwawê hat îdamkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Rêxistina Mafên Mirovan a Hangawê, Ramîn Saadatê 20 salî û xelkê gundê Şematê yê bajarê Miyandiwawê ye roja şemiyê li girtîgeha navendî ya bajêr hat îdamkirin.

Li gorî Hengawê cezayê îdamkirinê 16ê Kanûna Pêşîna 2020ê li Ramîn Saadet hatiye birîn lê ji ber ku temenê wî 17 sal bûye cezayê wî nehatiye bicihkirin.

Piştî ku temenê Ramîn Saadat bûye 20 sal cezayê wî hatiye bicihkirin.

Li girtîgeha Urmiyê jî duh 4 jê Kurd 5 kes hatibûn îdamkirin.

Beriya bi hefteyekê jî li gîrtîgeha Qizilhîsarê ya Kerecê û Îlamê jî 6 girtiyên Kurd hatibûn îdamkirin.

Hejmara îdamkirina Kurdan zêde dibe

Amnesty Internationalê beriya bi mehekê di raporekê de eşkere kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê dest bi desteserkirin û îdamkirina neteweyên Kurd, Belûc, Ereb û Azerî kiriye.

Li gorî Amnestyê sal bi sal hejmara girtî û îdamkirina Kurdên Yarsan û Kurdên Sunne jî zêde bûye.

Par 151 Kurd hatin îdamkirin

Îran yek ji wan welatan e ku rêjeya îdamê lê gelekî zêde ye.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di mehên borî de bi hinceta mijarên siyasî, qaçaxçîtiya madeyên hişbir û kuştina bi qestî 171 kes hatine îdamkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî di raporekê de eşkere kiribû ku sala 2023yan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 823 girtî hatine îdamkirin ku 151 ji wan girtiyan Kurd in.

Li gorî rêxistina AMNESTY Internationalê di lîsteya herî zêde ya îdamkirina girtiyan a welaten de Çîn di rêza yekem û Îranê jî di rêza duyem de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst