Li Mêrdînê cerdevanek kuştî hat dîtin

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Nisêbîn Cerdevan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdînê cerdevanê ku winda bûbû kuştî hat dîtin.

Bûyer li gundê Şanişê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çêbû.

Li gorî îdiayan, cerdevanê bi navê Engîn Aslan 16ê Gulanê piştî ku ji malê derketiye careke din venegeriyaye malê û ti agahî jê nehatine wergirtin.

Li ser îxbara malbatê, li herêmê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Piştî lêgerînê termê Engîn Aslan li çewlîgekê hat dîtin.

Li ser vê vê yekê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî kontrola tîmên tenduristiyê derket holê ku gule li serê wî ketiye û Engîn Aslan miriye.

Polîsan piştî ku li cihê bûyerê lêkolîn kir, tîmên tenduristiyê termê wî bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst