Li Êlihê ji malekê bi qasî 20 tonî zibil hat derxistin

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Zibil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ji malekê bi qasî 20 tonî çop hatin derxistin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariyê, hin welatiyan agahî da ku li Taxa Ramanê li ser Kuçeya 1810an bêhneke nexweş ji malekê tê.

Şarederiyê ekîb şandin cihê navborî.

Ekîban dît ku hem di hundirê malê de û li hewşa malê çop heye.

Piştî kar û barên fermî qediyan ekîban 2 kamyon çop bi qasî 20 tonî ji malê derxistin.

Mal hat paqijkirin û dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst