Nêçîrvan Barzanî: Di vê dema dijwar de hizra me bi gelê Îranê yê dost re ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî peyamek belav kir û da zanîn ku ew di vê dema sext de bi gelê Îranê yê dost re ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê li ser bûyera hêlîkoptera Serokkomarê Îranê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Em bi dilgiraniyeke kûr çavdêriya nûçeyên derbarê bûyerên hêlîkoptera Serok Reîsî dikin.

Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku ew û hevalên wî silamet bin.

Dilê me li gl wan e û em diayan ji bo wan dikin.

Di vê dema dijwar de hizra me bi serkirdayetî û gelê Îranê yê dost û cîran re ye.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Ehmed Wehîdî ji medyaya Îranê re dabû zanîn ku wan 40 tîmên cûda yên rizgarkirinê, tenduristiyê û leşkerî şandine herêmê lê belê ji ber mij û moranê wan heta niha cihê ketina helîkopterê diyar nekiriye.