HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

Hewlêr (Rûdaw) - 2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e.

Wan her du malbatan 500 dolar daye otombîlekê, ji bo wan bi qaçaxî derbasê Hewlêrê bike lê xwediyê otombîlê kenê xwe bi wan kiriye, ew xapandiye û ew li rêbenda Şêraweyê hiştine û çûye.

Ew malbatên ji Rojavayê Kurdistanê niha 3 roj in bi zarokên xwe re li cadeyan mane.

Nûçegihana Rûdawê Helebce Sedûnê da dûv şopa wan malbatan.

Henan û Zeyneb, xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdidstanê ne û 8 sal li Silêmaniyê dijiyan.

Ew her du sala 2022an tevî hevjînên xwe bi qaçaxî çûne Bexdayê.

Lê berî 3 rojan biryara vegerê didin.

Hevjîna wan, tevî zarokan wan dişînin Hewlêrê lê li Rêbenda Şêrawayê tên rawestandin û niha bi 6 zarokan re li pişt wê rêbendê asê mane.

Ne dikarin derbas bibin û ne jî dikarin vegerin Bexdayê

Henan Adilê li ser sedema çûna wan a Bexdayê ji Rûdawê re got:

“Em beriya bi 2 salan ji bo kar çûn Bexdayê.

Me got em dê vegerin Herêma Kurdistanê û Hewlêrê kerta xwe ya nîşîngehê çêkin û li vir bimînin. Em li vir asê man.

Çi pereyê me yê hebû me da taksiyê û me pê nan xwar. Niha ti pereyê me nemaye.”

Ji ber ku ev her du malbat berî niha li Silêmaniyê diman û bi qaçaxî çûne Bexdayê û kerta wan a nîşîngehê ya Hewlêrê nîne nikarin derbasî Hewlêrê bibin.

Zeyneb Izedînê jî ji Rûdawê re got:

“Em li ser cadeyan û kolanan mane. Em bê pere ne. Em li derve ne.

Bi tenê Rêveberiya Giştî ya Nîşîngehê dikare ji me re çareyekê bibîne.”

Bi gotina hevjînê Zeynebê Fayiq Hesen ji ber ku ew bi qaçaxî derbasî Bexdayê bûne wan otombîlek kirê kir ku bi qaçaxî wan bînin Hewlêrê.

Şofêrê otomobîlê ew li Rêbenda Şêrawayê asê hiştiye û çûye.

Her penaberekî li Herêma Kurdistanê bimîne, mafê wî heye ku tenê li parêzgehên Herêma Kurdistanê hatinûçûnê bike û nabe bi ti rengan derbasî parêzgehên Îraqê bibe.

Binpêkirina vê yasayî ji aliyê van her du malbatan ve bû sedem ku niha bi tena xwe li ser cadeyan bimînin û li benda destekê alîkariyê bin.