Vê carê jî agir bi sûka Kerkûkê ket!

19-05-2024
Nîşan Kerkûk Bazara Kevin Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agir bi Qeyseriya Kevin a Kerkûkê ket û gelek dikan şewitîn.

Nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husamedîn diyar kir:

“Îro berê sibehê agir bi Qeyseriya Kevin a Kerkûkê ketiye û derdora 100 dikanî şewitîne.”

Dikardarên li bazarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku ew ji ber şewatê bi agir şik û guman in çimkî agir bi çend cihên cuda ketiye.

Şewatên li Başûrê Kurdistanê

Demên dawiyê gelek caran agir bi bazarên li Başûrê Kurdistanê dikeve.

27ê Sibatê jî agir bi Bazara Lengeyê ya Hewlêrê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn.

Bazara Lengeyê ya Hewlêrê 8ê Nîsanê careke din şewitîbû.

Dîsa 5ê vê mehê agir bi Bazara Qeyseriyê ya dîrokî ya Hewlêrê ketibû.

1ê Nîsanê jî agir bi Bazar Çelê ya li navenda Dihokê ketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst