Li Hewlêrê hîmê yekemîn santrala enerjiya rojê hate danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi merasîmekê hîmê yekemîn santrala enerjiya rojê hate danîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê mijarê de parvekirinek kir û tê de got “Dema ku qediya, yekem santrala enerjiya rojê ya Hewlêrê dê 25 MW enerjiya paqij û venûker li tora neteweyî zêde bike. Em li seranserê Kurdistanê bêtir ava dikin.”

Herwiha Serokwezîr di merasîma vekirinê de axavtinek kir û got "Plana hikûmetê xizmeta welatiyan e û em jî parçeyek ji gel in."

Mesrûr Barzanî dibêje “Bernameyeke hikûmetê heye ku 24 saetan elektrîkê bi lêçûnek kêmtir peyda bike.” Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir, ku derfeta wan heye ku di warê elektronîk de ji ya niha baştir bibin.