Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê du erdhej bi hêza 4.1 û 3.5 pileyê Rîxter çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD), ragiahndiye, îro Înê 19ê Gulana 2023an li navçeya Arganê ya Meletiyê erdhejek çêbûye.

Li gor agahiyên ku AFADê belav kirine, erdheja li Arganê îro demjimêr 11:23an bi hêza 4.1 pileyê Rîxter çêbûye û kûrahiya wê 12.56 kîlometre di bin erdê de bûye.

Herwiha erdhejek jî li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê jî çêbûye.

AFADê ragihandiye, erdheja li Wêranşarê di saet 06:14an de çêbûye, hêza wê 3.5 pileyê Rîxter û di kûrahiya 12.21 kîlometre de bûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê erdhejên paşekî berdewam in û şeva bihorî li herêma Deryaya Egeyê jî bi hêza 5.1 pile erdhejek çêbûbû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst