Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Kampa Barîke bê av mane

19-05-2023
RÛDAW
Kampa Barîke ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li Erbet a Silêmaniyê tûşî pirsgirêka kêm aviyê bûye.
Kampa Barîke ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li Erbet a Silêmaniyê tûşî pirsgirêka kêm aviyê bûye.
Nîşan Kampa Barîke Penaberên Rojavayê Kurdistanê Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Barîke ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ew du meh in pirsgirêka avê heye, av kêm e, tankerên gelek malbatan vala bûne û ji ber rewşa xirab a aborî malbat nikarin avê ji derve bikirin.

Malbatên penaber ên di vê kampê de rojane divê bi bêhtirî 5 hezar dînaran avê bikirin, lê hemû malbat nikarin avê bikirin. Hinek malbat hene nikarin rojane firax û cilên xwe bişon.

Penaberên li kampê dibêjin, her 5 rojan carekê av tê, ji ber vê yekê ew jî her 5 rojan yan heftiyekê carekê xwe dişon.

Şivan Îsmaîl penaberekî Rojavayê Kurdistanê û niştecihê Kampa Barîke ye, pênc rojan li benda avê bûye, lê piştî ku ava kampê ji malan re hatiye berdan, ava berdayî bi qasekî kêm bûye ku tankerên wan tejî nebûne.

Piştî 5 rojan û berdana ava kampê, wî carekê jî li derve av kiriye, lê niha ew du roj in bê av mane û hevjîna wî jî nekariye firaq û cilên malbatê bişo.

Şivan Îsmaîl pirsgirêka nebûna avê li Kampa Barîke û rewşa penaberên wê kampê wiha ji Rûdawê re anî ziman: “Rewşa me ji ber kêm aviyê ne baş e, pênc rojan carekî av tê, ew jî nîv demjimêrî, têrê nake divê hefitek an pênc rojan carekî em xwe bişon, ji ber ku av tune ye.”

Li her kolaneke wê kampê, xelk ji dest bê aviyê bi gazin in û dinalînin, ji ber ku tankerên wan ên avê ên li ser banan û yên li ber deriyên malan her tim vala ne.

Minewer Îsmaîl penabereka din a kampê jî derbarê rewşa xirab a niştecihên kampê ji ber bê aviyê ji Rûdawê re dibêje: “Ava me tune ye, pirsgirêk mezin e, ez bi hêvî me hûn dengê me bigihînin, Çima berpirs pirsgirêka me çareser nakin?”

Penabrekî din dibêje: “Av li kuderê ye, em nikarin tiştekî bikin û her roj divê em avê bikirin bi 3 an 5 hezar (dîanrî), pere nîne, êdî em bi çi xwe paqij bikin.”

Ji bo dabînkirina ava Kampa Barîke ya li Erbetê, ji sala 2014an ve ava kampê ji pênc bîran tê dabînkirin, lê belê sê ji wan bîrên avê zuwa bûne û du bîrên din jî tenê %30 ava berê dabîn dikin.

Rêvebirên Kampa Barîke dibêje, soz dane me ku di paşerojeke nêzîk de pirsgirêka avê ya li kampê were çareserkirin.

Berpirsê Kampa Penaberan a Erbet, Peyam Selam ji Rûdawê re got: “Me pirsgirêk ji hemû aliyên pêwendîdar re ragihandiye û wan jî soz daye ku bi du rêyan çareser bikin. Eger bi ya yekem çareser bû, ya duyem nayê kirin. Yekemîn çareserî kûrkirina bîrên avê ye. Eger bi wê yekê nehat çareserkirin, çareseriya duyemîn kolandina bîrên bû ye. Bi hêviya ku di demek nêzîk de pirsgirêk çareser bibin.”

Kampa Barîke ya li Erbet a Silêmaniyê, kampeke penaberên Rojavayê Kurdistanê ye ku nêzî 10 hezar kes lê dijîn, ji bilî pirsgirêka bê aviyê, niştecihên wê ji ber pirsgirêka bêkarî û nebûna derfetekê ji bo peydakirina debara jiyanê jî dinalînin.

Pirsgirêka avê li ya Kampa Barîke, roja Pêncşemê 18ê Gulana 2023an di programa Berpirsiyar a Rûdaw TV de jî bû mijara sereke, ku hevkara me Şehyan Tehsîn pêşkêş dike.

Rêveberê Avê li gundewarê Silêmaniyê, Şêrwan Cemal beşdarî bernameyê bû û derbarê pirsgirêka kêm aviya li Kampa Barîke got, ew li Silêmaniyê bi berpirsên şaxê UNICEFê yê li Silêmaniyê re civiyane û wan çend pêşniyar ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê pêşkêş kirine, lê UNICEFê ti sozek nedaye wan.

Derbarê çareseriya pirsgirêkê de jî Şêrwan Cemal diyar kir, çareseriya demkî ewe ku 2 bîr bêne kolandin û avê bigihîne wê kampê û ya din, gihandina ava projeya Sê Aşan e û ava wê jî paqij e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst