Li Dîlokê bo firotinê hesp serjê kirin: 5 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Belqisê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve di malekê de 300 kîlo goştê hespan hat girtin, ku bo firotinê hatibû amadekirin.

Li Taxa Fevkani ya navçeya Belqisê, roja 18ê Gulanê tîmên Rêveberiya Ewlekariya Belqisê û polîsên Şaredariya Belqisê li ser giliyê, ku di malekê de hesp hatine serjêkirin û goştê wan dê bo bazarê bê firotin, bi ser malê de girtin.

Di operasyonê de di malekê de 300 kîlo goştê hespan ku hatibû parçekirin û ji firotinê re hatibû amadekirin hat girtin. Goşt ji aliyê polîsên şaredariyê ve ji nav hat birin. Hat ragihandin, hesp nû hatibûn serjêkirin.

Derbarê bûyerê de 5 kes hatin desteserkirin û bo Rêveberiya Ewlekariya Belqisê hatin birin.