Li Amedê di navbera du koman de şerê çekdarî: 1 birîndar, 5 kes hatin desteserkirin

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Şerê Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li qada bin Pira Dîcleyê ya Amedê de di navbera du komên ku di otomobîlên xwe de alkol vedixwarin, şerê çekdarî derket û di encamê de kesek birîndar bû. Polîsan li cihê bûyerê 5 kesan desteserkirin.

Bûyer duh berê êvarê de li qada bin Pira Çemê Dîcleyê ya li ser rêya Amed Farqînê pêk hat.

Hat îdiakirin ku 2 komên ku bi otomobîlên hatine herêmê dest bi vexwarina alkolê kirine.

Li gorî agahiya nîqaşa ku di navbera aliyan de bi devkî dest pê kir, veguherî şerê çekdarî.

Di bûyerê de kesê bi navê Î.Ç. ji milê xwe birîndar bû. Li ser agahdarkirina kesên derdorê gelek polîs û tîmên tendirustiyê ji bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Birîndar piştî mudaxeleya ewil a li cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Polîsan di dema xebatên xwe yên li cihê bûyerê de 5 kesên ku tê îdiakirin tevlî bûyerê bûne desteserkirin.

Têkildarî bûyerê 2 otomobîlên ku li cihê bûyerê hatin dîtin ji bo lêkolînê bikin birin Birêveberiya Ewlehiyê. Lêkolîna polîsan a di derbarê bûyerê de ê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst