Di 3 hefteyan de 600 malbatan ji bo ku vegerin Şingalê navên xwe tomar kirin

19-05-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Di 3 hefteyan de 600 malbatan ji bo ku vegerin Şingalê navên xwe tomar kirin
Di 3 hefteyan de 600 malbatan ji bo ku vegerin Şingalê navên xwe tomar kirin
Nîşan Vegera Şingalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 3 hefteyan de nêzîkî 600 malbatan navê xwe tomar kirine ji bo ku vegerin Şingal a Başûrê Kurdistanê, Rêveberiy Koç û Koçberan û bersivdana qeyranan karên wan birêve dibin.

Di nava sê hefteyên borî de nêzîkî 600 malbatên penaber ji bo vegera Şingalê serlêdan kirine, Şêx Silêman piştî nêzîkî 9 salan vegeriya navçeya Xanesorê ya li bakurê Şingalê.

Şêx Silêman Hesen got, “Ti astengî ji me re çênekirine. Ev neh sal in li vir, dibe ku sibe du sibe em malên xwe bibin. Niha em ê heta sê rojan her gava çêbû em dê malên xwe bibin, çi kesî tu astengî bo me çênekiriye. Hinek malbatan rêkarên pêdivî birêve birin lê biryara xwe guhertine.”

Penaberê ji Şingalê Xwedêda Mûrad jî li ser vegerê anî ziman, “Ji ber ku warê me nîne û rewşa Şengalê her ku diçe xerabtir dibe me divê em biçin lê warên me nînin, em divê biçin ber dîwaran.”

Li Rêveberiya Koçê tedbîrên pêwîst ji bo her malbateke ku vedigere birêve dibe û di nava çend rojan de karên wan temam dike.

Pîrdeyan Cafer jî got, “Prose berdewam e, berî niha jî rojane çar heta deh serlêdanan dihatin. Carinan rewşên berovajî jî çêdibûn ku xelk ji wir dihatine vir. Ev ji ber demsala havînê dihate pêşbînîkirin û bi dawîhatina dibistanan gelek malbat vedigerin cihên xwe cotkariyê û xwedîkirina ajelan dikin.”

Li parêzgeha Duhokê 65 hezar û 282 malbatên penaberên Şingalê hene ku dibine 330 hezar û 859 kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst