Hêzên Îranê li Hewramanê hejmarek kolber dorpêç kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarên Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê 3 roj in hejmarek kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatine dorpêçkirin û rê nayê dayîn ku ew vegerin.

Li gor zanyariyên ku ji Hewramanê gihîştine ber destê Rûdawê, ji roja Çarşemê ve hejmareke zêde kolberên navçeyên cuda yên parêzgeha Kirmaşan û Sineyê ku dixwestin bi rêya Miley Tete derbasî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bibin ji aliyê Pasewanên Sînorî yên Îranê ve têne astengkirin û alozî di navbera wan û hêzên Îranê de durist bûne. Hêzeke mezin ji Pasewanên Sînorî yên Îranê û Supaya Pasdaran ji bo herêmê hatine şandin û kolber dorpêç kirine.

Çavkaniyekî ku ji bûyerê agahdar e ji Rûdawê re ragihand, roja Çarşemê û Pêncşemê destûr hat dayîn ku hejmarek kolber vegerin lê heta niha hinek ji wan li ser çiyayan mane û destûr nehatiye dayîn ku vegerin.

Miley Tete di navbera bajarên Pawe û Merîwan de ye. Yek ji rêyên çûnûhatina kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê ber bi navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ve ye.

Kolber bi vê rêyê cil û bergan, alavên elektrîkê yên malê vediguhezin Rojhilatê Kurdistanê ku bihayê her çûnûhatineke wan li gorî giraniya barê wan ji 700 heta zêdetirî 1 milyon tumenên Îranê ye ku ew jî derdora 20 dolaran e.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, par li ser sînorên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 44 kolberan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 200 kolberan jî birîndar bûne.