Daxwaza YSPê ya dubarekirina hilbijartinan li Dîlokê hat redkirin

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Komîsyona Hilbijartinan a parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta “protestokirina nerewa” daxwaza rêxistinên Partiya Çepên Kesk ya ji bo hilweşandin û dubarekirina hilbijartinan li parêzgeha Dîlokê red kir.

Partiya Çepên Kesk bi sedema ku roja hilbijartinên 14ê Gulanê Partiya Vatanê zêdetirî 4 hezar kesan weke karmendên li ser sindoqan nîşan daye û rê nehatiye dayîn ku ew dengê xwe jî bidin, lewma hilweşandin û dubarekirina hilbijartinan li parêzgeha Dîlokê kir.

Serokatiya Komîsyona Hilbijartinan a parêzgeha Dîlokê roja Pêncşemê 18ê Gulanê bersiva daxwaza Partiya Çepên Kesk da û bi hinceta “protestokirina nerewa” red kir.

Li gorî encamên destpêkê di 14ê Gulanê de ji sedî 85,68 ê dengdêrên Dîlokê çûne ser sindoqan.

Encamên destpêkê yên hilbijartinên parlementoyê yên Dîlokê bi vî awayî bûn: Hevpeymaniya Cumhur 682 hezar û 421 deng ango ji %59.39, Hevpeymaniya Milet 296 hezar û 104 deng ango ji %25.76 û Hevpeymaniya Ked û Azadiyê 104 hezar û 400 deng ango ji %9.08 û Hevpeymaniya Ata 40 hezar û 360 deng ango ji sedî 3,51 ên dengan stendin.

Li Dîlokê ji 14 kursiyan AK Partî 8, CHP 3, YSP 1, IYI Partî 1 û MHP jî 1 kursî bi dest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst