Sibe roja dawî ya derbasbûna di Deriyê Sêmalkayê re ye

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sêmalkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesên ku îqameyên wan ên Ewropayê heye û li Rojavayê Kurdistanê ne, tenê roja Şemiyê li pêşiya wan maye ku vegerin, her wiha kesên ku ji bo nexweşiyê li wir in, ew jî tenê rojek li pêşiya wan maye, ji ber ku roja dawî ya vekirina deriyê roja 20ê vê mehê ye û piştre derî tê girtin.

Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka bi biryara Serok Mesûd Barzanî 6ê Çileya 2013an ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hate vekirin ku weke deriyekî bazirganî û mirovî jî tê naskirin lê piştî ku Rêveberiya Xweser rê nedabû endam û serkirdeyên ENKSê beşdarî vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî bibe biryara girtina derî hatibû dayîn ku sibe roja dawî ya cibicîkirina biryarê ye.

Deriyê Navdewletî yê Pêşabûr-Sêmlaka deriyekî sînorî yê giring ê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji bilî armancên mirovî, deriyekî aborî yê girîng e ji bo Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber ku ji %60 kelûpelên xwarinê yên wê parçeya Kurdistanê bi rêya vî deriyê sînor ve tên dabînkirin.

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê yê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de bi bîr xistibû ku Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê hatiye vekirin.

Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê ragihandibû, “Herêma Kurdistanê çendîn car tekezî li ser girîngiya wê yekê kiriye ku divê derî ji bo xizmetguzariyên mirovî vekirî bimîne. Heta niha sê rêkeftin bi serperiştiya Serok Barzanî ji bo deriyê sînorî hatine kirin û madeyên taybet ji bo îdarekirina deriyê sînorî bi hevbeşî hene lê belê PYDê her dem rêkeftin binpê kirine û di wê siyaseta xwe ya binpêkirinê de berdewam bûye.”

Her wiha Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Biryareke takekesî ya Rêveberiya Deriyê Pêşxabûrê ye û ji ber wê jî em ji hemû welatiyan û rêxistinan re radigihînin. Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê her tim vekirî ye û ti carî ji rêwiyan û rêxistinan re nehatiye girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst