Ji bo 21 parêzgehan hişyariya baran, lehî û bahozê

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 11 parêzgehên Tirkiyê hişyariya barana zêde da û tê pêşbînîkirin, li çend parêzgehan ligel baranê bahoz çêbibe û toz jî bibare.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê, îro Înê 19ê Gulana 2023an li parêzgehên Colemêrg, Wan, Meletî, Îdir, Erzerom, Riha, Sêrt, Dîlok, Mereş û Amedê yên Bakurê Kurdistanê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye.

Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin û di çûnûhatinê de li gor rênimayan tevger bê kirin.

Li parêzgehên Enqere, Konya, Aksaray, Nevşehir, Nigde, Yozgat, Çankiri, Antalya, Isparta û Burdurê yên Tirkiyê jî dê ligel baranê, ba û bahoz hebe û saziyên peywendîdar divê tedbîrên pêwîst werbigrin.

Tê pêşbînîkirin pileya germê li herêma Egeyê di navbera 2 heta 4 pileyan zêde bibe û li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî pileya germê 4 heta 6 pile dakeve.