Îtiraza li dijî parlamenteriya Meral Daniş Beştaş hat redkirin

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş Erzerom ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îtiraza li dijîparlamenteriya Meral Daniş Beştaş ku ji Partiya Çepên Kesk weke  Parlamentera Erzeromê hat hilbijartin, piştî desteya hilbijartinê ya navçeyê, ji aliyê desteya hilbijartinê ya parêzgehê ve jî hat redkirin.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş ku li gorî encamên ne fermî ên hilbijartinên 14ê Gulanê ji Partiya Çepên Kesk weke Parlamentera Erzeromê hat hilbijartin ragihand îtirazên ku li dijî parlamenteriya wê hatine kirin hatine redkirin.

Beştaş der barê pêvajoyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Beştaş di daxuyaniya xwe de wiha dibêje “

Îtirazên li dijî parlamenteriya ku me bi dest xistiye piştî desteyên hilbijartinê yên navçeyê, ji aliyê desteya hilbijartinê ya parêzgehê ve jî hat redkirin. ji bo her kesê ku em 4 roj in bi hev re nobedê digirin gelek spas.

Me gotibû çi; Ji bo Erzeromê: Em li vê derê ne em dê bi hev re biguherînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst