Derencamên radestkirina dosyeya gaz û petrolê ji bo Bexdayê

Piştî derketina biryara Dadgeha Federal a Iraqê li ser firotina gaz û petrola Herêma Kurdistanê, ez dixwazim çend têbîniyan li ser radestkirina dosyeya petrolê ji bo Iraqê bînim ser zimên.

Mixabin, ji ber gotara popûlîst û şerê aliyên siyasî ev rastî dikin ji xelkê werin windakirin yan veşartin. Lewra min pêwîst dît ku ez aliyekê din yê radestkirina mijara petrolê ji bo Bexdayê nîşan bidim ku ji gotara di "rewacê" de ya sosyal medyaya niha ya beşeke zêde ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê cuda ye.

Radestkirin û razîbûna bi biryara Dadgeha Federal nayê wateya ku Iraq dê wan şayesteyên darayî û "900 milyar dînar"an mehane bide Herêma Kurdistanê. Gelo çi garantiyek heye Iraqê pabendî şandina wan pereyan bike? Paşê, ev asta bilind a nirxê petrolê demkî ye û wek vêga namîne.

Iraq tenê bi firotina petrolê û mûçedanê ji Herêma Kurdistanê çêtir e. Heke na di hemû warên din de ji Herêma Kurdistanê xerabtir e. Hûn dizanin ku hejmareke zêde ya ereban niha mal û milk li Herêma Kurdistanê kirîne yan bi temamî li vir dijîn, bi awayekî ku tenê li bajarê Hewlêrê nêzîkî 600 hezar xaniyan li ser navê merivên ereb hatine tapokirin.

Her li gor rapora wezîrê darayî yê Iraqê, rewşa aborî ya Iraqê di çend salên bê de dê pir xerabtir bibe û li ser keviya teqînê ye. Ne şert e ku niha nirxê petrolê ji 100$ bêhtir e. Dibe ku Iraq çend mehan pereyên petrolê ji Herêma Kurdistanê re bişîne, lê ma kes dikare şandina wan pereyan du salan garantî bike?

Li Iraqê hikûmeteke destûrî û dezgehvanî nîne ku cihê wê baweriyê be ku tu hemû fayla gaz û petrola Herêma Kurdistanê teslîmî wê bikî. Hûn bi xwe dibînin ku desthilata serokwezîr li ser komikên çekdar nîne û çend caran gefên eşkere dixwin û katyoşa davêjin hikûmetê bêyî ku hikûmet ji heqê wan were der û wan bide dadgehan.

Fayla petrolê ne tiştekê wiha ye ku radestî Bexdayê hat kirin, tu paşê bikarî jê werbigirî. Çunke wê demê berjewendiya şirketên cîhanî bi Iraqê re çêdibe û nema tiştek ji destê dijberî û desthilatê jî tê. Her karek jî were kirin, wek mînak pêşîgirtina li şirketan yan gefxwarina bi rêya hêzên çekdarî li hikûmeta Iraqê, wê demê dikeve qalibê teror û karên têkder, ango Herêma Kurdistanê wek "muxerîbên" berê lê tê.

Helbet radestkirina fayla petrolê ji bo Bexdayê di siberojeke nêzîk de, kartêkirinê li ser piştevaniya navdewletî li Herêma Kurdistanê jî dike. Ne tenê wiha, belku li ser mijara Madeya 140ê bi xwe jî û mana qewareya Herêma Kurdistanê jî wek herêmeke federal bi teşeya niha li Iraqê.

Ew hesabê navdewletî û herêmî ku ji Herêma Kurdistanê re tê girtin, di rastiyê de beşekê wê girêdayî wê serxwebûna darayî û firotina petrolê û di siberojê de jî gazê ye. Heke na civaka navdewletî û şirket jî hesab ji bo Herêma Kurdistanê nakin û bala wan diçe ser Bexdayê.

Ango ew sermayeya sîyasî û dîplomatîk ku Herêma Kurdistanê hebû ji nav diçe û qet namîne. Hikûmeta Iraqê hino hino destê xwe datîne ser çavkaniyên darayî û samanên xwezayî yên Herêma Kurdistanê. Tiştek ji destê tu kesî jî nayê. Çunke wê çaxê Îran, Tirkiye û şirket jî pişta Iraqê digirin.

Dibe ku partiyên dijber û xelk bikarin guvaşan li ser PDK û YNKê pêk bînin û rêkeftin û danûstandinê li ser mijarên enerjiyê û mijarên siyasî yên din jî bikin. Lê sibe ne YNK û ne PDK û ne dijberî û ne jî xelkê nikarin pêşî li hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî bigirin. Rewşa Kerkûkê baştirîn mînak e ku ket destê Bexdayê, diyar e niha çawa tê îdarekirin.

Heke em bi awayekî sade jî bidin ber hev, gendelî û valaxerckirina samanê ku li Iraqê tê kirin, ji Herêma Kurdistanê zêdetir e. Belge jî danberheva bajarên Herêma Kurdistanê bi bajarên navîn û başûrê Iraqê re ye ku ji hemû aliyan re cudahiyeke zelal û beloq e.

Jixwe heke rewşa ewlehî di van çend salan de li parêzgehên navîn xerab bû, lê parêzgehên başûr çima? Rewşa Besra û Hewlêrê bidin ber hev yan Besra û Silêmaniyê!

Dibe ku pir caran PDK û YNKê hin rikeberiyê bikin li ser ka kê zêdetir xizmetguzariyê ji devera xwe re dike. Lê ev ji bo hikûmeta Iraqê û elîta siyasî ya iraqê ne giring e. Çunke dengderên wan li Herêma Kurdistanê nînin ku hesabê jê re bikin û hest bi guvaşê bikin. Lewra eger heye ku piştî radestkirina fayla petrolê rewşa xizmetguzariyan li Herêma Kurdistanê jî bibe wek rewşa bajarê Kerkûkê.

Nêrîn û fîlozofiya Herêma Kurdistanê ya firotina petrolê ji ya Iraqê cuda ye. Çunke Herêma Kurdistanê wek karteke siyasî, aborî û dîplomatîk li dosyeya gaz û petrolê dinêre. Lê ji Bexdayê re, mijar bêhtir aborî ye, çunke Iraq bi hukmê dewletbûnê li ser statûya xwe ya siyasî û dîplomatîk natirse, lê ji bo Herêma Kurdistanê guman tê de nîne ku li derveyî dosyeya petrolê hino hino ber bi çilmisînê diçe.

Dibe ku beşek ji çavdêran wiha bibînin ku heke petrol bi Bexdayê were dayin, hingê Iraq petrolê nafiroşe Tirkiyê yan destê Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê kurt dibe.

Ev têgihîştin pir çewt e. Çunke wê çaxê Iraq petrola xwe her difiroşe Tirkiyê û ti karekê wê jî bi Herêma Kurdistanê namîne. Ne ku tenê li dijî PKK, lê vê carê li dijî YNK û PDKê û hemû aliyan dibe, bi alîkariya Iraq û Îranê jî Herêma Kurdistanê di aliyên siyasî, aborî û ewlekarî de bi temamî tê dorpêçkirin.

Lewma di rastiyê de radestkirina fayla petrolê ji bo Iraqê, destê Tirkiyê kintir nake, lêbelê dirêjtir dike, xasma li dijî Doza Kurd.

Zêdebarî têbîniyên me li ser îdarekirina dosyeya enerjiyê li Herêma Kurdistanê, lê nabe em ji bîr bikin ku dosyeya enerjiyê karteke mezin di destê Herêma Kurdistanê de bû di hevrikiya bi Bexdayê re, lê bi radestkirina firotin û dahatê ji bo Bexdayê êdî ew kart jî dike ji destê wê derkeve.

Çunke rewşa siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê wek lîstikvaneke ne-dewletî ji lîstikvaneke dewletî wek Iraqê cuda ye. Di eynî demê de pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi xurtkirina şiyanên xwe yên aborî û siyasî heye. Ev şiyan xasma pêşxistina şiyanên siyasî û dîplomatîk li jêr sîbera Iraqê bêhtir ber bi çilmisînê diçin ne ku ber bi vejandinê, çunke rewşa siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê rêgir e li ber bilindbûn û hilkişîna siyasî û dîplomatîk a statûya Herêma Kurdistanê.

Helbet, bi gelemperî ev nayê wateya ku dosyeya petrolê li Herêma Kurdistanê bêyî kil û kêmasî tê birêvebirin. Na, çend têbîniyên me li ser vê mijarê û li ser valaxerckirina samanê giştî û venegerandina wê li gencîneya hikûmetê hene. Lê çareseriya rewşa Herêma Kurdistanê ne li Bexdayê ye. Bexda qet ne di xema başkirina rewşa herêmê de ye û çareseriya vê mijarê li Kurdistanê bi xwe ye.

Heta niha çend caran gotine ku Ebadî yan Kazimî yan nizanim kî, dê rewşa Kurdistanê baş bikin û pesin û medhên wan dane. Lê derket ku ne wiha bû. Lewma ji kerema xwe bila bi awayekî hişmendtir reftar bi vê rewşê re were kirin û nebe qurbaniya înada "heke ne ji bo min be bila agir pêkeve"!