Li Wanê dest bi ser tonek û 320 kîlo masî de hat girtin

19-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgirê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, dest bi ser tonek û 320 kîlo masiyên Gola Wanê de hat girtin ku bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin. 550 kîlo masiyên ku zindî bûn careke din bo nav golê hatin berdan.

Masiyên Gola Wanê ji bo di demsala biharê de zêde bibin û hêkên xwe li avên şêrîn bikin, ji 15ê Nîsanê heta 15ê Temûzê nêçîrkirina wan tê qedexekirin.

Lê tevî qedexeyan, beşek ji xelkê navçeyê wê qedexeyê binpê dikin û nêçîra wan dikin.

Rêveberiya Ewlekariya Bêgiriyê ragihand ku tîmên wan di 14 operasyonan de dest bi ser tonek û 320 kîlo masî de girtine ku bi awayekî qaçax hatine nêçîrkirin.

Li gor agahiyan, ji wê rêjeya ku dest bi ser de hatiye girtin, 550 kîlo masiyên zindî bûne.

Hêzên polîs 550 kîlo masiyên ku zindî bûne, careke din berdane nav Gola Wanê. Polîsan herwiha dest danîn ser 128 tor û 25 metre torên tên şidandin ên nêçîrkirina masiyan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst